ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-09 09:00:10       * Berdevkê Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê Ahmet Guden bi lêv kir ku wan li dijî xalîkirina ji mirivan a li Kurdistanê ev tevger ava kiriye û wiha got: "Ji ber vê yekê jî em piştgiriya Partiya Çepên Kesk dikin. Ji ber ku jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin."   * Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayini wê hatiye kirin, piştî îhaleya bi bedêla 365 hezar lîreyî ya ji bo danasîna sûrên dîrokî, îhaleyeke din çêkir. Bedêla îhaleya nû 535 hezar lîre ye.    * Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk Mûazzez Orhan Işik diyar kir ku li dijî kedxwariyê bi awayekî bihêz ber bi hilbijartinê ve diçin û got ku ew ê li Tekirdagê dîrokê binivîsinin.    * Jinên ku di mitînga Partiya Çepên Kesk a li Parka Yogûrtçû de hatin bahev bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û wiha got: “Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, kes azad nabe.”   * Namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Çewligê Omer Farûk Hulakî got ku di xebatên hilbijartinê de eleqeyeke mezin bo wan heye û wiha got: “Em ê di hilbijartinê de îktîdarê têk bibin û hemû tiştên xwe ji wan bistînin.”   * Li Bagcilara Stenbolê di embara avahiyekê de qeyda “hilbijêrên sexte” derket. M.C. ji bo qeyda xwe betal bike serî li midûriyeta nifûsê da û hişyarî da muxalefetê.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 778'emîn de berdewam bike.    * Danişîna ewil a doza têkildarî teqîna Taksîmê ku derbarê 36 kesan de hatiye vekirin dê li Girtîgeha Sîlîvriyê were lidarxistin. (10.00)   * Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê bidomîne. (11.00-21.00)   * Partiya Çepên Kesk bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Qada Şaredariya Îdirê mitîng dê li dar bixe. Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Cizîrê mitîng, her wiha wê li Colemêrg, Nisêbîn û Çewligê mitîng bên lidarxistin. (11.00, 13.00, 14.00, 16.00 ) ZINDÎ