Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin 2023-05-09 09:00:52 MELETÎ -  Berdevkê Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê Ahmet Guden bi lêv kir ku wan li dijî xalîkirina ji mirOvan a li Kurdistanê ev tevger ava kiriye û wiha got: "Ji ber vê yekê jî em piştgiriya Partiya Çepên Kesk dikin. Ji ber ku jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin."   Her ku hilbijartinên 14'ê Gulanê nêztir dibin, gelek derdorên cuda piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk radigihînin. Tevgera Jinûve û di Cih de Avakirina Jiyanê ku li dijî xalîkirina ji mirovan a li Kurdistanê û li Kurdistanê avakirina jiyanê hatiye damezrandin jî piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk ragihand.    Berdevkê Tevgerê Ahmet Guden ku di sala 1984'an de ji ber pirsgirêkên siyasî ji neçarî koçber bûye û piştî demeke dirêj li Stenbolê jiyaye, bi damezrandina tevgerê re berê xwe daye Kurdistanê. Guden, diyar kir ku ew bi bawer in ku Partiya Çepên Kesk dê armanca wan pêk bîne û ji ber vê jî ew piştgiriya Partiya Çepên Kesk dikin.    Guden bi lêv kir ku bi komkujiya tê xwestin ku Kurdistan ji mirovan bê xalîkirin û wiha got: "Li vî welatî mirov ne bi kêfî ji neçariye koçber bûne. Komkujiya Mereşê hat sere me. Ji ber vê gelek kes ji neçarî koçber bûn. Me jî tevgera xwe di destpêkê de li Mereşê da destpêkirin, lê armanca me ew e ku em xebatên xwe li seranserê welêt belav bikin. Li dijî xalîkirina ji mirovan a li welêt, em dixwazin li vir qada jiyanê ava bikin û pêşiya koçberiyê bigrin. Em ji ziman û çanda xwe hatin qutkirin. Ji ber vê jî em bi armanca vegerîna xwebûnê bi rê ketin. Banga me li hemû kesan ev e ku vegerin welatê xwe û bi ziman û çanda xwe bijîn."   'GIRÎNGIYA JIYANA EKOLOJÎK'   Guden bal kişand ser erdhejên ku navenda wan Mereş bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xweza her tim xwe nû dike, ji ber wê jî erdhej û veguherînên xwezayî çedibin. Lê sedema karesatê ne erdhej bû, pergala kapîtalîzmê ya rantê ye. Pergala kapîtalîzmê li dijî xwezayê qadên jiyanî ava dike, ji ber wê jî xweza bi vê yekê tola xwe hiltîne. Heke me li gor xwezayê qadên jiyanê ava bikira ew qas kesan jiyana xwe ji dest nedida. Hem pêvajoya pandemiyê hem jî ya erdhejê girîngiya jiyaneke ekolojîk nîşanî me hemû kesan da."   'JIYANEKE KOMUNAL'   Guden der barê xebatên xwe de jî diyar kir ku wan bi çandina daran dest bi xebatê kiriye û wiha pê de çû: "Me bi destê seroka xwe ya rûmetê Hanim Bakir Guden ku 3 meh berê jiyana xwe ji dest da, li Mereşê 5 hezar dar çandin. Her wiha me li herêmê rê li ber sewalkariyê jî vekir û vê yekê bala welatiyan jî kişand. Li Meletî û Mereşê xebatên me berdewam dikin. Armanca me ew e ku em li welêt bi kooperatîfan jiyaneke komunal ava bikin. Me ji bo kooperatîfan serlêdan kiriye. Ji bo avakirina jiyaneke komunal xebatên me berdewam in."   'BAWERIYA ME BI PARTIYA ÇEPÊN KESK HEYE'   Guden destnîşan kir ku jiyana ku ew armanc dikin wê bi destê Partiya Çepên Kesk pêk were û axaftina xwe wiha domand: "Em bi bawer in ku sedsala nû ya Kurdistan û Tirkiyeyê wê bi destê Partiya Çepên Kesk bê avakirin. Êdî dawiya desthilata yekperest a AKP-MHP’ê hat. PiştÎ ku em ji vê desthilata yekperest xilas bûn, Partiya Çepên Kesk wê bi polîtikaya rêveberiyên herêmî dest bi avakirina jiyaneke nû bike. Avakirina jiyaneke nû ne tenê li ser vê erdnîgariyê her wiha wê bandor li ser Rojhilata Navîn jî bike. Ya ku Rojhilata Navîn veguherîne Partiya Çepên Kesk e. Ji ber vê jî Partiya Çepên Kesk li her derê bûye hêvî. Em bi hevî ne ku di 15 Gulanê de em ê bi Partiya Çepên Kesk dest bi avakirina jiyana nû bikin. Ji ber vê yekê jî, em bang li hemû kesan dikin ku li derdora Partiya Çepên Kesk kom bibin û em bi hev re li Rojhilata Navîn û hemû dinyayê jiyana nû ava bikin."    'JIYANA NÛ WÊ BI DESTÊ PARTIYA ÇEPÊN KESK PÊK WERE'   Guden di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku divê Tirkiye bi dîroka xwe re rû bi rû bimîne û ev tişt gotin: "Ez bawer dikim ku Partiya Çepên Kesk wê vê hevrûbûnê pêk bîne û komarê demokratîk bike. Partiya Çepên Kesk, daxwazên hemû civakê tînê zimên. Îro divê Tirkiye bi komkujiya Koçgirî, Dersîm, Mereş, Hatay, Sêwas, Roboskî  û hemû komkujiyan din hevrû bibe. Partiya Çepên Kesk wê vê pêvajoye bide destpêkirin. Pêvajoya demokratîkbûna Komarê jî  wê bi vê hevrûbûnê dest pê bike. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk. Em di wê baweriyê de ne ku armanca me ya di cih de avakirina jiyanê wê bi Partiya Çepên Kesk pêk were."   'BANG LI ELEWIYAN KIR'   Guden di dawiya axaftina xwe de bang li elewiyan kir ku dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha got: "Partiyên pergalê elewiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn, lê tu pirsgirêkên wan jî çareser nekirin. Lê elewî bi Partiya Çepên Kesk û mîrateya wê vê her tim hatin temsîlkirin. Ji ber vê jî elewî îro li derdora Partiya Çepên Kesk kom dibin. Ji ber ku ya ku elewiyan înkar dike pergal bixwe ye, partiyên pergalê dê çawa pirsgirêkên elewiyan çareser bikin? Lê Partiya Çepên Kesk li dervayî pergalê ye û tenê ev dikarê van pirsgirêkan çareser bike."   MA / Mahmût Altintaş