Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir 2023-05-09 09:01:29   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, piştî îhaleya bi bedêla 365 hezar lîreyî ya ji bo danasîna sûrên dîrokî, îhaleyeke din çêkir. Bedêla îhaleya nû 535 hezar lîre ye.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, îhale li ser îhaleyê çêdike. Şaredariya di bin banê rêveberiya qeyûm de, ji bo “Mîhrîcana Rêya Sûrê” ya Wezareta Çandê, 3 îhaleyên ku bi giştî bedêla wan 7 milyon û 59 hezar lîre bû, çêkiribû. Hat hînkirin ku rêveberiya qeyûm ji bo danasîna sûrên dîrokî îhaleyeke nû çêkiriye.    Ji bo “Karê Xizmeta Fîlmê Danasînê yê Sûrên Dîrokî yên Amedê” di dema qeyûmê berê walî Munîr Karaloglû de îhaleyeke bi bedêla 365 hezar lîreyî hatibû çêkirin. Îhale di 6’ê hezîrana 2021’ê de bi usûla bazariyê hatibû çêkirin û Şîrketa Fîlmcode ku navenda wê li Beyoglûya Stenbolê ye, îhale wergirtibû.    Piştî ku Karaloglû ber bi navendê ve hatibû kişandin, Alî Îhsan Sû wekî qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Alî Îhsan Sû jî piştî îhaleya ewil bi 10 mehan îhaleyeke nû çêkir. Di 5’ê nîsana 2022’yan de ji bo “Karê Xizmeta Belgefîlma Danasînê ya Restorasyona Sûrên Amedê” bi rêbaza bazariyê îhale hat çêkirin. Bedêla îhaleyê 653 hezar û 333 lîre û 33 qirûş hat diyarkirin. Lê Şîrketa Danasîna Fîlman Tayfê îhaleyê bi 535 hezar TL’yî wergirt.    Nayê zanîn ku dê belgefîlma navborî kengî bê belavkirin.   MA / Azad Altay