Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket 2023-05-09 09:20:59 STENBOL - Li Bagcilara Stenbolê di embara avahiyekê de qeyda “hilbijêrên sexte” derket. M.C. ji bo qeyda xwe betal bike serî li midûriyeta nifûsê da û hişyarî da muxalefetê.    Ber bi hilbijartinên 14’ê Gulanê ve qeydên “hilbijêrên sexte” jî derketin holê. Li kolana 2004 a li taxa Fevzî Çakmak a li navçeya Bagcilara Stenbolê di embar ango depoya avahiyek aydî malbetekê de qeydên “hilbijêrên sexte” hatin dîtin. Welatiyê bi navê M.C. ku li heman avahiyê rûdinê û xwediyê embarê ye diyar kir ku piştî kaxezên hilbijartinê hatinê wan ferq kiriye ku hilbijêrên sexte li ser embara wan hatine qeydkirin. M.C. da zanîn ku ji bo betalkirina qeydên hilbijêrên sexte serî li midûriyeta nifûsê daye û banga hişyariyê li partiyên muxalefetê kir.    M.C. da zanîn ku haya malbatên di avahiyê de û keyayê taxê ji vê sextekariyê nîne û ev qeyda hilbijêrên sexte di sala 2018’an de hatiye çêkirin. M.C. bang li partiyên muxalefetê kir û xwest ku muxalefet li dijî sextekariyê wiha hişyar be û roja hilbijartinê xwedî li sindoqan derkeve. M.C. got divê raya giştî jî li ber van sextekariyan bi hestiyar tevbigere.    MA / Esra Solîn Dal