Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in 2023-05-09 10:32:01 AMED - Di rapora pispor a pêvek de ku ji bo Diyar Galeria di erdhejê de hilweşiya hat xwestin, îşaret bi wê yekê hat kirin ku sedemê hilweşandinê tenê ne sedemek e û gelek kes û sazî bi qisûr hatin dîtin.    Avahiya Navenda Dan û Stendinê ya Diyar Galeria ya Amedê di erdhejê de 2 blokên wê hilweşiyan û gelek mirov di bin man jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Rapora pispor a pêvek têkildarî hilweşandina avahiyê hat xwestin. Di raporê de hat diyarkirin ku tenê ne sedemek hilweşandinê heye, gelek sedemên hilweşandinê derketin holê. Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsînê bi rê ve dibe. Serdozgeriyê di rapora ewil de ku xwestibû, qadên berpirsiyara di hilweşandinê de nehatibû diyarkirin û hin tespît nehatibûn zelalkirin. Ji ber vê yekê rapora pispor a pêvek hat xwestin. Di rapora pispor de hat tespîtkirin ku gelek kes û sazî di hiweşandina avahiyê de bi berpirsiyar in.    Di raporê de hat diyarkirin ku stûnên avahiyê nehatine birîn û xwarbûn têde çênebûye. Bloka D ku hilweşiyaye jî ji ber şaşîtiya projeyê pêk hatiye û dema hîmê avahiyê hatiye çêkirin zêde tevdîr nehatiye girtin û bi zexm nehatiye çêkirin.