Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e 2023-05-09 10:50:21   BEDLÎS - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan destnîşan kir ku li dijî pirsgirêkên ku bajêr dijî hêza çareseriyê ne û got ku ji bo çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka kurd divê teqez desthilata heyî biçe.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li dijî polîtîkayên tasfiyeyê yên desthilatê li ser navê Partiya Çepên Kesk dikeve hilbijartinê armanc dike ku encamên di hilbijartinên 24’ê hezîranê de wergirtine zêde bike û bi 100 parlamenteran bikeve Meclisê. AKP’ê li bajêr Cîgirê Waliyê Şirnexê Tûran Bedîrhanoglû yê beriya niha weke qeyûm tayînî Şaredariya Şirnexê hatibû kirin û Mûaz Ergezen ê dema êrişên dewleta tirk ên li dijî Efrînê de navê xwe li ser fuzeyê dabû nivîsîn namzet nîşan da. Ev yek jî bû sedemê berteka hilbijêrên bajêr. Gelê bajêr, li dijî van namzetên AKP’ê armanc dike ku her 3 namzetên Partiya Çepên Kesk bişîne Meclisê.   DI PIRSGIRÊKA KURD DE ÇARESERIYA AŞTIYANE   Li Bedlisê ku di heman demê de yek ji bajarên herî xizan e, namzetê Partiya Çepên Kesk Huseyîn Olan diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên li bajêr tên jiyîn partiya wan e. Olan, anî ziman ku hilbijartinên 14’ê Gulanê dîrokî ne û wiha got: “Di serî de gelê kurd gelek beşên civakê rastî zext, îşkence, qirkirin û kuştinan hat. Tirkiyeyê pêvajoyeke antîdemokratîk jiya. Ji vî alî ve em di pêvajoyeke gelek girîng de derbas dibin. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo avakirina komareke demokratîk gelek girîng in. Desthilat 20 salên dawî pêşkeşî alîgirên xwe kirin û welat kir welatê xizanan. Ji ber wê yekê weke Partiya Çepên Kesk ji bo pêkanînên antîdemokratîk bi dawî bibin, pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane bên çareserkirin em roleke girîng dilîzin.”   GEL DI FERQA PIRSGIRÊKAN DE YE   Olan, anî ziman ku Partiya Çepên Kesk wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi awayekî xurt derkeve û bi lêv kir ku partiya wan ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên civakî gelek zêde dixebite. Olan, anî ziman ku ji bilî pirsgirêkên civakî yên tên jiyîn li Bedlîsê bi xwe jî welatî pirsgirêkên zêde dijîn û wiha berdewam kir: “Di sala 2016’an de dema qeyûm hate tayînkirin û em hatin girtin Şaredariya Bedlîsê şaredariya ku herî kêm deynên wê hebûn. Niha 4 qatê budçeya xwe ya salane deyn kiriye. Em dikarin bêjin hem şaredariya dema qeyûm hem jî şaredariy aniha hemû neguhezbar firotine. Li bajarê me di heman demê de pirsgirêkên bêkarî, çandinî, sewalkarî, jin, ciwan li hemberî me disekinin. Gelê Bedlisê di ferqa vê de ye. Her wiha ji ber bêedaletî, nelirêtî û bertîlên desthilatê dibîne di wê ferqê de ye ku bi vê desthilatê bi rê ve naçe.”   BAJARÊ HERÎ XIZAN: BEDLÎS    Olan, bal kişand ku Bedlîs di nav bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê yên herî xizan de cih digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê 14’ê Gulanê ji bo me hilbijartineke dîrokî ye. Armanca me 100 parlamenter e. Ji bo avadaniya navenda aborî, çandinî û bajarvaniyê ya Bedlîsê projeyên me yên girîng hene. Binêrin li navenda bajêr nêzî hezaran kargeh hebûn. Dikandar mexdûr kirin û ev kargeh hilweşandin. Desthilat dikandarên Bedlîsê mexdûr kir, hezar dikandarên me neçar man koç kirin. Dîsa hilberîna tûtinê sekinandin û hilberîner mexdûr kirin.”   ‘ÇARESERÎ PARTIYA ÇEPÊN KESK E’    Olan destnîşan kir ku li dijî pirsgirêkên ku gel dijî çareserî Partiya Çepên Kesk e û wiha pê de çû: “Em bi serdana hemû saziyên bajêr hewl didin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Hemû beşên li bajêr, dizanin wê bi Partiya Çepên Kesk pirsgirêk bên çareserkirin.”   Olan, da zanîn ku ji bo hilbijêr biçin ser sindoqan xebatan dimeşînin û ev bang li gel kir: “Em dixwazin dema ber bi sindoqan ve diçin gel xwedî li vîna xwe derkeve. Ji bo çûyîna desthilatê divê her kes bi şev û roj bixebite. Divê ev desthilat teqez biçe. Heke em desthilatê neşînin wê tabloyeke reştir li benda me be. Em rêya sêyemîn in. Ji ber vê yekê divê em bi temsiliyeteke xurt li Meclisê bin.”