AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist? 2023-05-09 11:08:17 ŞIRNEX - Xebatkarê nifûsê Hekîm Demîr da zanîn ku di hilbijartinên rêveberiya herêmî de 11 hezar leşker li Şirnexê hatine veguhestin û li ser fermana Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Aktaş ku waliyê wê demê bû û Parlamenterê AKP’ê Rîzgîn Bîrlîk jî di diziyê de nelirêtiyeke mezin kirine.    AKP ku nikare ji hilbijêrên xwe re bibe bersiv û di Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de bi veguhestina hilbijêran guman li ser hilbijartin çê kir, di demekî ku bo hilbijartinên 14’ê Gulanê de demekî kin mayî de dîsa bi hîleyên xwe yên hilbijartinê bû rojev. AKP’ê di çarçoveya konsepta şer de, di dema qedexeya derketina derve ku di 14’ê adara 2016’an de hatibû ragihandin, di encama êrişên hêzên ewlekariyê de 7 taxên Şirnexê ji holê rakirin. Bi hevkariya Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Aktaş ku wê demê waliyê Şirnexê bû û parlamenterê AKP’ê Rîzgîn Bîrlîk, beriya Hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an li şûna 11 hezar welatiyên ku taxên wan hatin tunekirin û ji neçarî koçber bûn, 11 hezar leşker hatin veguhestin. Di encama veguhestina leşkeran a li bajar û bikaranîna dengên wan de, Şaredariya Şirnexê ku keleha HDP’ê ye cara ewil bû kete destê AKP’ê. Hemû serlêdanên HDP’ê yên ji ber hilbijartina nakok jî ji hêla Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hatin redkirin.    Cîgirê Midûrê Midûriyeta Nifûsê ya Şirnexê Hekîm Demîr jî bû şahidê Aktaş û Bîrlîk ku Şaredariya Şirnexê bi nelirêtiyên xwe bi AKP’ê dan qezenckirin. Demîr, têkildarî wan nelirêtiyan nameyek nivîsand û li xwe mikûr hat.   WALIYÊ ŞIRNEXÊ AKTAŞ HATE TERFÎKIRIN   Piştî ku AKP’ê Şaredariya Şirnexê bi dest xistî, waliyê bajar Mehmet Aktaş weke Midûrê Giştî yê Emniyetê hate tayînkirin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Aktaş kir endamê Lijneya Rêveberiya PTT’ê û kir ku Aktaş du mûçeyan bigire. Li gel Aktaş, her wiha kesên di planê de cih girtin jî hatin xelatkirin. Lê Cîgirê Midûrê Midûriyeta Nifûsê ya Bajar Hekîm Demîr, demek piştre bi hincetên weke bertîl û sextekariya di ewreqan de hate girtin û karê wî hate feshkirin.    NELIRÊTIYA HILBIJARTINÊ YA AKTAŞ   Demîr, piştî Aktaş ji Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan re nameyek şand û têkildarî nelirêtiyên di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de kirine agahî da. Demîr, di nameya xwe de dibêje ku li ser fermana walî Aktaş, parlamenterê AKP’ê Bîrlîk û Serokê AKP’ê yê Bajar Îbrahîm Halîl Erkan, di hilbijartinên herêmî di kutikan de nelirêtî kirine. Demîr, bi bîr xist ku piştî qedexeya derketina derve bi dehhezaran kesan koçî bajarên cuda kiribûn, ji ber ku çêkirina TOKÎ’yan gelek dirêj ajot, 11 hezar hilbijêran heta hilbijartinên herêmî yên 2019’an nekarîn vegerin bajarê xwe.    11 HEZAR LEŞKER VEGUHESTIN ŞIRNEXÊ   Demîr di berdewamiya nameya xwe de wiha dibêje: “Gelemperiya kesên beriya hilbijartinê li bajar hatine veguhestin hêzên ewlekariyê ne. Li gel ku navnîşanên van kesan li Şirnexê nebûn jî, me ji bo demkî veguhestin Şirnexê û kir ku dengê xwe bidin. Xebatkarên emniyetê yê li Cizîrê peywirdar û hema hema tevahiya personelên leşkerî, xebatkarên emniyetê yên navçeya Silopiyayê û hema hema tevahiya personelên leşkerî, hema hema tevahiya leşkerên li gundên Okçu, gundê Yuksek û hinek gundên din ên Hezexê, hema hema tevahiya leşkerên li Tabûra Besta ya Qilebanê, Siyah Kaya û baregeha leşkerî yaBalliyê, gelemperiya leşkerên li Fermandariya Tugayê ya bajarokê Sêgirkê, hema hema tevahiya leşkerên li Tabûra Komandoyan a Mîllî ya Gundikêmelê ya girêdayî navenda Şirnexê û Baregeha Leşkerî ya Mîllî Elmali û Qereqola Mîllî, Fermandariya Tugaya Akçay a girêdayî bajarokê Qesrikê, qereqolên Akdîzgîn û Gormeçê, hema hema temamiya leşkerên li gundên Geçîtboyu, Arakoy, Dagkonak, Yenîaslanbaşar ên girêdayî navendê û gundên weke Kaymakam Çeşmesiyê, navnîşanên xwe veguhestin Şirnexê.”    Bi domdarî Demîr da zanîn ku navnîşanên van leşkeran jî weke mêvanxaneyên hêzên ewlekariyê, malên polîsan, şax û wargeh hatine nîşandan.    FERMANÊN WALÎ Û AKP’IYAN   Demîr, di nameya xwe dibêje ku tevahiya van kar û baran ji hêla Aktaş, Bîrlîk û rêveberên AKP’ê ve hatine birêvebirin û ferman ji hêla wan ve hatiye dayîn. Demîr, wiha didomîne: “Heta walî bi xwe hat serdana saziya me û di vê mijarê de bi devkî ferman da.”    LEŞKER WEKE HILBIJÊRÊN DERVEYÎ WELAT HATIN NÎŞANDAN   Rojnameger Cevherî Guven jî got ku li Şirnexê tu windakirina hilbijêran nebûye û ev tişt anî ziman: “Lewma li Şirnex û Colemêrgê tevahiya personelên leşkerî weke hilbijêrên derveyî welat hatine nîşandan. Temamiya van kesan li deriyên gumrikê ji bo AKP’ê deng dan. Ev agahî jî rayedarekî leşkerî bi min re parve kir û belgeya wê şand.”    MA / Dilgeş Ruvanas