'Ray ji te, rê ji me’ 2023-05-09 12:50:42   STENBOL - Hevberdevkê Komîsyona Hilbijêrên Livdar Mehmet Ûçar diyar kir ku li herêma Marmarayê dê heta 10’ê Gulanê qeydên hilbijêrên livdar bidome û hê jî qeydên wan berdewam dikin û banga serlêdanê li hilbijêrên livdar kir.    Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê ku wek hilbijartina herî krîtîk a Tirkiyeyê tê pênasekirin re 5 roj man. Partiyên siyasî ji bo hilbijêrên bibin ser sindoqan xebatên xwe bi leztir kirin. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê ku ji 13’ê nîsanê vir ve Komîsyona Hilbijêrên Livdar ava kiriye, bênavber kampanya “bila her kes dengê xwe bikar bîne” berdewam dike. Komîsyon dê di 12-13’ê gulanê de hilbijêrên li bajarên dûr bibe bajarên wan ku dengên xwe bikar bînin. Mesrefên rê yên hilbijêran aydî Partiya Çepên Kesk e.    Hevberdevkê Komîsyona Hilbijêrên Livdar Mehmet Ûçar behsa xebatên kampanyayê kir. Ûçar diyar kir ku ew li her sê herêmên Stenbolê jî bênavber xebatên xwe didomînin û got: “Wek ku her kes dizane, rayek jî gelek bi qîmet e. Çimkî rayek jî dihare her tiştî biguherîne. Ji 13’ê nîsanê vir ve li 39 navçeyên Stenbolê û li bajarên Çanakkale, Tekirdagê û Edîrneyê hilbijêran serî li wan daye.    ‘HÊ NE DERENG E’    Ûçar destnîşan kir ku heta niha 5 hezar hilbijêran serî li wan daye ku wan bibin bajarên wan û got: “Em hatin rojên dawî. Hê jî ne dereng e. Heta 10’ê gulanê hilbijêr dikarin serlêdanî me bikin. Di van rojên dawî de daxwazek zêde ya hilbijêran heye. Gel di vê hilbijartinê de bi biryar e ku dengê xwe bikar bîne. Ev helwesta gel ji bo me fedakariyek mezin e. Em jî ji bo wan tişta ji destê me tê dikin. Lewma em ji hilbijêran re dibêjin, ‘Ray ji te, rê ji me’. Em dixwazin hemû karkerên rayên wan li bakurê Kurdistanê xwe bigihînin me û em qeyda wan çêkin. Hejmarek zêde ya mexdûrên erdhejê jî li vir hene. Em dixwazin ew jî bên serlêdan bikin. Banga me li hilbijêran ev e; hûn hê jî dereng nemane. Em li benda we ne. Wê di 12-13’ê mehê de otobusên me derkevin rê. Di heman demê de em ê hilbijêran paşve jî bînin Stenbolê. Ji serlêdanê dereng nemînin.”    MA / Ergîn Çaglar