Pusulayên dengan şandin herêmên wan 2023-05-09 12:51:07   ENQERE - Çapkirina pusulayên dengan ên ku dê di hilbijartinên serokkomarî û yên parlamenteriyê de bên bikaranîn, hate temamkirin û ji herêmên wan re hatin şandin.    Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) çapkirina pusulayên hilbijartinên serokkomariyê û yên parlamenteriyê ku dê di 14’ê Gulanê roja yekşemê de bên bikaranîn temam kir. Pusulayên ku li gorî hawirdora hilbijartina 87’an hatin çapkirin, ji tevahiya herêman re hatin şandin. Pusula, li Enqereyê li 3 çapxaneyên cuda hatin çapkirin. Di dema çapkirinê de li gel xebatkarên çapxaneyê, her wiha 50 peywirdarên ji YSK, PTT û Ofîsa Amûran a Dewletê jî amade bûn.