Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin 2023-05-09 12:58:03   DÊRSIM - Ji sê ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûbûn cenazeyê Mehmet Can Demîral jî hate dîtin.    Ciwanên bi navên Mehmetcan Demîral, Baran Aslantaş û Azad Demîral ku ji bo geştê çûbûn Dêrsimê, li navçeya Pulurê qeza kiribûn û wesayîta wan ketibû Çemê Munzurê. Xebatên ji bo dîtina ciwanan di roja 19'an de berdewam dikin. Di roja 16’an ên xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de cenazeyê Baran Aslantaş hatibû dîtin. Îro jî cenazeyê Mehmet Can Demîral hate dîtin.    Li ser îxbarê, ekîbên tenduristiyê, yên leşkerî û AFAD’ê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên ku bi alîkariya botan ketin Çemê Munzurê, cenaze derxistin. Komên tenduristiyê ji bo tespîtkirina nasnameyê, cenaze birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.    Xebaên ji bo dîtina Azad Demîral jî berdewam in.