Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin 2023-05-09 14:40:25   STENBOL - Xelatên Azadiya Raman û Derbirînê ya 21’emîn a Ayşenûr Zarakolû îsal diyarî kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hat kirin.    Xelatên Azadiya Raman û Derbirînê ya 21’emîn a Ayşenûr Zarokolû ku yek ji damezrînera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) e li xwediyên wan hatin belavkirin. Rojnamevan-nivîskar Pakrat Estukyan, rojnamevan-nivîskar Tûgrûl Eryilmaz û kedkarên Çapemeniya Azad hêjayî xelatên hatin dîtin. Ev xelat piştî mirina Ayşenûr Zarokolû ku ji sala 2003’an ve ji aliyê ÎHD’a Stenbolê ve tê organîzekirin.    Merasîma xelatê dê îro êvarê saet di 18.30’an de li avahiya ÎHD’a Stenbolê bê lidarxistin. ÎHD’ê banga beşdariya merasîma xelatan kir.