Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn 2023-05-09 15:04:57 ŞIRNEX - Partiya Çepên Kesk li navçeya Cizîrê mitînga hilbijartinê li dar xist û bi hezaran kes tev li bûn. Namzet Newroz Ûysal got heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe dê têbikoşin.    Partiya Çepên Kesk li warê Mem û Zînê li ber xuşe xuşa ava Çemê Dîcleyê li navçeya Cizîra Botan mitînga hilbijartinê li dar xist. Mitîng li Qada Newrozê tê lidarxistin û qad bi alên partiyê hat xemilandin. Bi hezaran kes hatin qada mitîngê. Ji navenda Şirnexê û navçeyên û ji gundan beşdariyek zêde hebû. Jinên Cizîra Botan bi cil û bergên xwe yên netewî tev li mitîngê bûn û demek dirêj li ber stranan govend gerandin. He kêliya ku diçe girseya li qadê zêde dibe. Bi piranî jin û ciwan tev li mitîngê bûne. Hin dayik bi baqên kulîlkan hatin qada mitîngê.    ŞANDE BI COŞEK ZÊDE HAT PÊŞWAZÎKIRIN   Dayika Mehmet Tûnç, Esmer Tûnç, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê aYETULLAH Aşîtî û namzetên Şirnexê dema hatin qada mitîngê coş û peroşa xelkê zêdetir bû. Girseyê bi çepik û tîlîliyan pêşwazî li şandeyê kir.    Beriya mitîng dest pê bike, di ekrana sînevziyonê de derbarê bikaranîna dengan xalên ku wê baldar bin hat nîşandan.    BANGA ÇÛNA SER SINDOQAN    Mitîngê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar Metîn Bayik di destpêkê de axivî û destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ne hilbijartinek ji rêzê ye û got: “Gelê kurd wê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Em ê di 14’ê Gulanê de dersa wan bidin wan. Divê gelê hemû biçe ser sindoqan.”   WEKÎLAN GEL SILAV KIR   Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr derketin ser dikê û axaftinên kurd kirin û gotin her denga were bikaranîn dê ji bo azadiyê be û peyama berfirehkirina têkoşînê dan.    Paşê namzetên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal, Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedîrhan Osal derketin ser dikê û girseyê silav kirin.    'HETA KU OCALAN AZAD BIBE…’    Newroz Ûysal wiha got: “Hewcedariya gelê Cizîrê bi pêşniyaz û şîretan tune ye. Heta ku deriyên Îmraliyê vebin û birêz Abdullah Ocalan azad bibe û bi hezaran girtiyên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin.”    Zekî Îrmez jî got serkeftin a gelê Botanê ye.    DOGAN: DEM DEMA TIFAQA NETEWEYÎ YE    Ayşgegul Dogan jî destnîşan kirk u Cizîr warê serhildan û berxwedanê ye û wiha axivî: “Cizîr di heman demê de warê derwêşan e. Dema Cizîr radibe ser pêya, Botan radibe. Cizîr warê Mem û Zîn û Melayê Cizîrî ye. Cizîr bi biryar e, êdî dema wê hatiye. Dem dema tifaqa me ya neteweyî ye. Dem dema govenda azadiyê ye. Serkeftina me serkeftina Stenbol, Dihok û Ûrmiyeyê ye. Rêya me vekirî be.”   Bedîrhan Osal jî got: “Cizîr cihê berxwedanê ye. Warê Mihemed û Asyayan e. Gelê me yê hêja di her hilbijartinê de Cizîr rekorê dike. Gelo dîsa em ji bo vê rekorê amade ne? Bila dijmin û dostêm me her kes baş dizanibe, wê Cizîr tu demê çong daneyne.”    AŞÎTÎ: HEBÛNA ME QEBÛL NAKIN    Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayatullah Aşîtî jî wiha axivî: “Îro yên îktidarê û welat bi rê ve dibin, hebûna gelê kurd qebûl nakin. Hebûn, kurdbûnê û Kurdistana me qebûl nakin. Yên ku înkarê dikin wê Xwedê wan qet efû neke û nebin nûnerên xwedê. Tenê dikaribin bibin nûnerên zaliman.”