Li Sakaryayê êrişî wesayîta Kiliçdaroglû kirin 2023-05-09 20:48:01   SAKARYA – Li Sakaryayê bi keviran êriş birin ser wesayîta Kemal Kiliçdaroglû. Li Sakaryayê wesayîta Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Miletê û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, rastî êrişeke bi keviran hat. Gava otobusa hilbijartinê ku Kiliçdaroglû jî tê de bû, ji qada mîtîngê ya li Sakaryayê derket, kesekî kevir avêtin otobusê. Otobusa Kiliçdaroglû ji qada mîtîngê bi dûr key. Hat diyarkirin ku kesê ku kevir avêtine otobusê hatiye binçavkirin.