Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin 2023-05-09 23:05:08       NAVENDA NÛÇEYAN -Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin.    Rêxistina Mafên Mirovan a Patricorê, ragihand ku li Şengalê goreke komî ya ji dema êrişên DAIŞ'ê hatiye dîtin. Li gor rapora rêxistinê, cihê gor lê hatiye dîtin hatiye vekirin û hin hestî hatine dîtin.    Di raporê de hat diyarkirin ku di gorê de hestiyên jin û zarokan hatine dîtin.    Tevî vê gora komî ya dawiyê, hejmara gorên komî yên heya niha li Şengalê hatine dîtin bû 85.