Saziyeke dezenformasyonê: Ajansa Anadoluyê 2023-05-10 09:56:29   ENQERE - Ajansa Anadoluyê di Hilbijartinên Giştî yên 2018’an û Hilbijartinên Herêmî yên 2019’an de parvekirina daneyan da sekinandin û rê li ber dezeformasyoneke mezin vekiribû. Ajansa Anadoluyê bi vê karnameya xwe hilbijartinên 14’ê Gulanê de pêşwazî dike.    Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demekî kin ma. Di van hilbijartinan de bêguman çavê her kesî li ser Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) û Ajansa Anadoluyê (AA) ye. YSK û AA van hilbijartinên pêş jî bi karnameyeke nebaş pêşwazî dikin.    KADROYA BÊTECRÛBE YA YSK’Ê   Tecrûbeya kadroyên YSK’ê ya hilbijartinê nîne û vê yekê jî rê li ber nîqaşan vekir. Di serî de Serokê YSK’ê Ahmet Yener, tecrûbeya tu endamên wê nîne. Yener, di 16’ê çileya 2020’an de bû endamê saziyê û di 26’ê çileya 2023’yan de jî bû serok. Ekrem Ozubek jî di 22’yê çileya 2020’an de bû serokwekîlê YSK’ê. Her wiha Talîp Bakir ku bi alîgiriya xwe ya AKP’ê tê naskirin jî di 26’ê çileya 2023’yan de, Dr. Serdar Mutta, Feyzî Eroglu, Îsmaîl Kalender û Alî Çopur jî tayînî YSK’ê hatin kirin. Ev kesên demekî kin beriya hilbijartinan hatin tayînkirin, di serê her kesî de rê li ber fikaran vekir.    Yek ji navên di sala 2023’yan de hatiye hilbijartin Talîp Bakir e. Bakir, di sala 2017’an de weke cîgirê musteşarê Wezareta Dadê hatibû tayînkirin. Serdar Mutta jî cîgirtiya Sekreterê Giştî yê Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) kiribû. Feyzî Eroglû jî li Dîlokê Serokê Komîsyona Daraza Edlî bû.    BERIYA HILBIJARTINÊN 2018’AN Û PIŞTÎ WÊ   Yek ji saziyên din ên di mijara ewlehiya hilbijartinan de rê li ber fikaran vedike jî Ajansa Anadoluyê ye. Di hilbijartinên 24’ê hezîrana 2018’an de bi daneyên ewil ên parve kiribûn re rê li ber dezenformasyonê vekiribû. Vê yekê jî rê li ber nîqaşên mezin vekiribû. Li gorî daneyên ewil ên hilbijartinên seokkomarî û parlamentoyê yên 2018’an; ji sindoqên Tirkiyeyê ji sedî 20,7’an hatibûn vekirin û rêjeya dengan a Erdogan weke ji sedî 59,32 nîşan dabû.  Lê dema ji sedî 100’ê sindoqên li seranserî Tirkiyeyê hatin vekirin ketibû ji sedî 52,6’an. Di daneyên ewil de rêjeya dengan a namzetê serokkomariyê Muharrem Înce jî weke ji sedî 26 hatibû nîşandan. Ev rêjeye piştre jî derketibû ji sedî 30,6’ê. Dezeformasyona herî mezin jî li ser namzetê serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş hatibû kirin ku girtî bû. Rêjeya dengan a Demîrtaş ji ewil weke ji sedî 5,46  hatibû nîşandan û piştre derketibû ji sedî 8,4’ê. Tenê rêjeya dengên Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener nêzî daneyên ewil ên AA’yê man.    SEKINANDINA PARVEKIRINA DANEYAN A DI HILBIJARTINÊN HERÊMÎ YÊN 2019’AN DE    Ajansa Anadoluyê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de jî heman dezenformasyon kir. Li Enqereyê di saetên ewilî de ji sedî 23,8’ê sindoqan hatibûn vekirin û rêjeya dengan a namzetê Tifaqa Cumhur Mehmet Ozhasekî ji sedî 51,14, rêjeya dengên Mansur Yavaş jî ji sedî 45,66 hatibû nîşandan. Di hilbijartina Stenbolê de jî rêjeya dengên Bînalî Yildirim ji sedî 51,83 û ya Ekrem Îmamoglû jî ji sedî 45,55 nîşan dabû. Heman dezenformasyon li bajarên weke Bursa, Mêrsîn, Antalya û hwd. jî kiribû. Lê belê di saetên pêş ên şevê de rêjeya dengan a Bînali Yildirim ji sedî 48,70’ê nîşan da û piştre jî parvekirina daneyan da sekinandin. AA’yê di nîsanê de got; “Ji qadê dane nayên ber destê Pergala Weşana Hilbijartinê. Heke ji qadê û YSK’ê dane hatin ber destê me, em ê encaman parve bikin.” Lê YSK’ê hêj jî dane parve dikir.    Dema parvekirina daneyan hatibû sekinandin, Ekrem Îmamoglû ku di hilbijartinê de bi ser ketibû wiha gotibû: “Li Stenbolê em bi ser ketin. Ser xêrê be.” Jixwe di saetên piştre de rêjeya dengan ên gelek bajaran berevajî daneyên ewil ên AA’yê biencam bûn. Encama hilbijartinên Stenbolê rojek piştre hatin parvekirin û bi hinceta “Baweriya bi ewlehiya hilbijartinê kêm bû” hatin redkirin. Lewma ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dîsa hilbijartin hat lidarxistin. Dema pêvajoya darazî ya hilbijartinan didomiya, Yildirim îdiaya “Dengên me ji bo namzetê din hatine nivîsandin” kir.    AA: AKP’Ê 39 NAVÇE BI DEST XIST   Dema pêvajoya hiqûqî ya hilbijartinan didomiya, AA’yê dest bi weşandina nûçeyên li gorî daneyên “nefermî” kir. Yek ji sernavên van nûçeyan jî ev bû: “Ji 39’e navçeyên Stenbolê AKP’ê 24 û CHP’ê jî 14 jê bi dest xistin.”    Turgut Dedeoglû   ‘ENCAMÊN RAST BI AA’YÊ MIMKIN NÎNE’   Nûnerê Herêmê yê Basin Îşê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Turgut Dedeoglû têkildarî rola AA’yê ya di hilbijartinan de nirxand. Dedeoglû anî ziman ku ji ber pratîkên berê, bawerî bi AA’yê nayê û wiha got: “Ma dê baweriya mirov çiqasî bi daneyên AA’yê were? Divê encamên hilbijartinê ji hêla rojnamegerên serbixwe yan jî şîrketên serbixwe ve were kirin. Heta wiha nebe, em ê her tim bifikar bin. Lewma girîng e ku saziyên weke YSK û AA’yê serbixwe bin. Ev sazî çiqasî serbixwe bin, baweriya bi encaman jî ewqasî bêhtir jêbawer dibin. Mimkin nîne ku di halê hazir de em bikarin bi rêya YSK, AA û TRT’ê ku bûne berdevkên îktîdarê encamên rast hîn bibin.”    LI DIJÎ DEZENFORMASYONÊ DIVÊ EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN    Dedeoglû, anî ziman ku şêweyê pêşkeşkirina daneyan a AA’yê dikare weke manîpulasyonê were nirxandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo di hilbijartinan bi ser kevin, dê serî li hemû rêyên nedemokratîk bidin. Jixwe AA tiştekî wiha neke em ê şaş bibin. Li gorî min AA ajanseke serbixwe nîne. Heke di tûra duyemîn a hilbijartinên Stenbolê de ferq ne 800 hezar lê hezar bûye, dê dîsa manîpulasyon bikira. Ferq çiqasî mezin be, hewldana wan a manîpulekirinê jî ewqas zehmettir dibe. Lewma divê partiyên siyasî, saziyên têkildarî ewlehiya hilbijartinê û gel li hemberî vê rewşê hişyar bin. Divê xwedî li sindoqan derkevin. AA jî TRT jî dikarin bi nûçeyên xwe dezenformasyonê bikin. Lewma divê em xwedî li dengan derkevin. Bajarên kurdan di vê mijarê de zane û pispor in lê li bajarên rojava ev zanebûn zêde nîne. Hinek dibêjin ‘gelo ma dê bi dengê min biguhere’ û naçin ser sindoqê. Lê her dengek jî dikare her tiştî biguherîne. Me ev yek di hilbijartinên Stenbolê de dît. Lewma ji bo hilbijartin di tûra ewil de bi dawî bibe divê her kes biçe ser sindoqan.”    MA / Yusra Batihan