Cerdevanê ku dihat îdiakirin ji zinar ketiye xwarê mir 2023-05-10 10:25:13   ŞIRNEX - Di demekê ku êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê didomin de hat ragihandin ku cerdevanê bi navê Mûstafa Enç ji zinar ketiye xwarê û miriye.    Hat îdiakirin ku sercerdevanê gundê Bêjûhê yê navçeya Qileban a Şirnexê Mûstafa Enç ku tev li êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê dibû, ji zinar ketiye xwarê û birîndar bûye. Hat zanîn ku Enç bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û li wir miriye. Cenazeyê Enç, li gundê wî hate veşartin.    Wezareta Parastinê ya Neteweyî heta niha jî têkildarî mirina Enç tu daxuyanî nedane.