Baroya Sêrtê ji bo ewlehiya hilbijartinê amadekariyên xwe temam kir 2023-05-10 10:36:50   SÊRT - Rêveberê Baroya Sêrtê Rodî Bîlek destnîşan kir ku li ser sindoqan ji bo ewlehiya hilbijartinê muşahîd girîng in û wan li gund û navçeyan li hemberî pirsgirêkên muhtemel tevdîr girtine.    Di vê hilbijartinê de xalek herî zêde ku li serê tê sekinandin jî ewlehiya hilbijartinê ye. Xebatên partiyên siyasî bênavber xebatên bo ewlehiya hilbijartinê didomînin. Li Sêrtê jî amadekariyên ewlehiya hilbijartinê tên kirin. Wê li bajêr 745 sindoq bên danîn û 201 hezar û 801 hilbijêr deng bidin. Rêveberê Baroya Sêrtê parêzer Rodî Bîlek diyar kir ku ji bo ewlehiya sindoqan ango hilbijartinê bi selametî pêk were wan jî di warê hiqûqî de wek parêzeran amadekariyên xwe kirine û baro dixwaze beriya her tiştî hilbijartin bi selametî bê kirin.    Bîlek da zanîn ku heta encamên hilbijartinê di warê hiqûqî û rewa de teqez bibe dê li qadê bixebitin û nêzî 100 parêzerên endamên baroyê ji partiyên siyasî re wek muşahîd hatine ragihandin û dê nêzî 200 parêzerî li qadê bixebitin da ku desteka hiqûqî bidin hilbijêran. Bîlek destnîşan kir ku li ser sindoqan ji bo ewlehiya hilbijartinê muşahîd girîng in û wan li gund û navçeyan li hemberî pirsgirêkên muhtemel tevdîr girtine.