Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê 2023-05-10 10:50:49 MÊRSÎN - Namzetên Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga fînalê ku dê sibê li dar bixin banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Dê ev mitîng beriya hilbijartinê bibe wêneyê serkeftinê yê hilbijartinê.”   Partiya Çepên Kesk a li çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê kampanyaya hilbijartinê dimeşîne amadekariyên mitînga fînalê ya Mêrsînê ku dê sibê li dar bixe temam kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Başak Demîrtaş dê tev li mitînga ku dê li rex Stadyûma Tevfîk Sirri Gur a Berê were lidarxistin bibin. Di mitîngê de wê hunermend Îlkay Akkaya jî derkeve ser dikê.   Namzetên parlamenteriyê û Rêxistina Partiya Çepên Kesk ên amadekariyên xwe temam kirin, banga tevlibûna mitîngê li gel kir.    ‘ÇEPÊN KESK WÊ BIBE BÊHNEKE NÛ’    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Zelîha Bûrcû Acar diyar kir ku ji ber Mêrsîn bi çand, nasname û baweriyên cuda bajarekî kozmopolit e di navbera wî û Partiya Çepên Kesk de têkiliyeke taybet heye û wiha got: “Ji ber vê yekê li Mêrsînê nêzîkatiya Partiya Çepên Kesk pir erênî ye. Ji ber ku niha berdin ku mirov keyfxweş bibin pirsgirêka hebûnê dijîn. Partiya Çepên Kesk dê bibe bêhneke nû.”   ‘EM Ê PERGALA TARÎ HILWEŞÎNIN’    Acar, anî ziman ku ev hilbijartin wê ji bo hemû gelan guhertinekê bi xwe re bîne û da zanîn ku ev mitînga ku dê li dar bixin jî ji ber vê yekê gelek girîng e. Acar, têkildarî mitîngê ev tişt gotin: “Mitînga me ya fînalê di vî warî de wê mohra xwe lê bide. Ev mitîng nîşandeya ku wê partiya keskî, hêviyê, aştiyê Partiya Çepên Kesk vê pergala tarîtiyê hilweşîne. Ji ber wê yekê em ê bi vê mitîngê re xebatên xwe yên hilbijartinê tacîdar bikin.”   BOZAN: EM Ê GOVENDA XWE YA HERÎ MEZIN BIKIŞÎNIN   Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan, diyar kir ku mal bi mal kolan bi kolan xebatên hilbijartinê dimeşînin û ev bang kir: “Di asta em hatinê de li Mêrsînê bi taybetî jin û ciwan eleqeyeke zêde ya welatiyên me ya ji bo Partiya Çepên Kesk heye. Em li her derê çûyînê mal bi mal kolan bi kolan dikan bi dikan geriyan û govend gerandin. Ji bo em govenda xwe ya mezin bi hev re bigerînin em we vedixwînin mitînga me ya fînalê.”   KOCA: EM WE VEDIXWÎNIN PROVAYA SERKEFTINÊ    Yek ji namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Perîhan Koca a bi lêv kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê dîrokî ne, anî ziman ku mitînga ku dê li dar bixin jî dê bibe provaya vê hilbijartina dîrokî û wiha got: “Ev hilbijartin dê bibe hilbijartina ‘dîktatoriyê an demokrasiyê’. Atmosfera vê bandora xwe li kampanyaya hilbijartinê jî kiriye. Em di erefeya 14’ê Gulanê de hemû gelê xwe vedixwînin provaya serkeftinê. Em ê bi hemû rengên xwe, hêviyên xwe, bi hesretên xwe û ji bo jiyaneke nû li wir bin.”   TURK: DÊ BIBE WÊNEYÊ SERKEFTINA ME   Namzet Mûstafa Turk diyar kir ku mitînga li dar dixin wê ji aliyê hilbijartinan ve gelek girîng e û wiha got: “Mitînga ku em di 11’ê Gulanê de beriya hilbijartinê li dar bixin dê bibe wêneyê serkeftinê yê hilbijartinê. Ji ber wê em girîngiyê didin mitîngê. Em bawer dikin ku gel wê bi daxwazên xwe herikin qadê. Mitînga ku em ê li rex Stadyûma Tevfîk Sirri Gur a Berê li dar bixin, em hemû gelan vedixwînim ku mil bi mil li cem hev bisekinin. An serkeftin an serkeftin.”