Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin 2023-05-10 14:16:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên girtî, beriya ku Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû were girtin jê re name şandibûn. Piştî ku Muftuoglû were girtin name gihîştin navnîşana wê.   Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz di 3’yê Gulanê Roja Cîhanê ya Azadiya Çapemeniyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Piştî Muftuoglû hat girtin, nameyên ku hevpîşeyên wê jê re şandibûn, radestî navnîşana wê hatin kirin.    Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yûrtsever, nûçegihana MA’yê Bêrîvan Altan û nûçegihana JINNEWS’ê Habîbe Eren ku di çarçoveya lepirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 28’ê cotmeha 2022’yan hatibûn girtin, name ji Muftuoglû re şandine û name îro gihîştin navnîşana Muftuoglû.