Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e 2023-05-10 17:06:30   MANÎSA - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Habîp Eksîk, têkildarî hezaza li Somayê karkerekî tê de jiyana xwe ji dest da wiha got: “Divê gelê Somayê û karker ji vê zilmê re bêjin êdî bes e.”   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Manîsayê têkildarî hezaza duh li navçeya Somayê pêk hat û tê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn de daxuyanî da. Di daxuyaniya ku li ber buroya hilbijartinê ya li navçeya Somayê hate dayîn de namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Habîp Eksîk, Gulsum Çolak û Vezan Karabûlût û Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe, endamên Komeleya Mafên Civakî û gelek kes amade bûn.    ‘EM BÊJIN BES E’    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Habîp Eksîk, anî ziman ku desthilatê di mijara bergiriyên ku têkildarî tenduristiya kar de nikare kontrol bike û wiha got: “Mixabin Soma veguheriya qada mirinê ya madenvanan. Ev desthilat ji karkeran re mirinê reve dibîne. Ji ber vê yekê divê ev pergal demildest were guhertin.”   Eksîk, da zanîn ku cenazeyê karkerê jiyana xwe ji dest dan şandine Mûşê û wiha berdewam kir: “Em ji malbata birayê xwe yê karker re sersaxiyê dixwazin. Em hêvî dikin ku karkerên me yên birîndar bigihin tenduristiya xwe. Divê gelê Somayê û karker ji vê zilmê re bêjin êdî bes e. Divê karker li dijî van mirinan xwe bi rêxistin bikin. Heke em ê her roj canên xwe winda bikin. Ji ber vê yekê em weke peywîrekê dibînin ku vê desthilata dijminê karkeran e bişînin.”