Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin 2023-05-10 19:00:25     SEMSÛR/AMED– Serdanên gundan û navçeyan ên namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Semsûrê didomin. Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijatinê de Partiya Çepên Kesk bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Cerîtlî serdana gundên navçeya Kolikê û Bêhiştiyê kir. Namzetên parlamenteriyê Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag û Yuksel Yucedag li avahiya navçeya  Kolikê  hatin li cem hev û bi şandeya li gel wan li navçeyê serdana esnaf, karkerên tekstîlê û gundan kirin. Şande di serdanan de pirsgirêkên welatiyan û nêrînên wan ên der barê çareserkirina pirsgirêkan de guhdar kir. Her wiha şande di serdanan de belvaok belav kirin û behsa xebatên Partiya Çepên Kesk kir. Namzetên parlamenteriyê Meryem Cerîtlî û Bulent Çinar jî bi şandeya li gel wan li gundên Bêhiştiyê xebatên hilbijartinê domandin. Şande li gundan pirsgirêkên welatiyan guhdar kir û anî ziman ku heke ew biçin meclisê dê pirsgirêkên wan bînin rojevê. Her wiha şande li gundan belavok belav kirin û alayên Partiya Çepên Kesk daliqandin.  AMED Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi namzetên parlementeriyê Adalet Kaya û Serhat Eren li navçeya Sûrê serdana dikandarên Eşefçîlera û Çarşiya Şewitî kirin. Hevberdavka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, aktivîstênTevgera Jinên Azad(TJA), rêxistina DBP û HDP ê yên Amedê jî bi namzetan re hevrêtî kirin. Şande ji aliyên dikandaran dve bi dilgermî hatin peşwazîkirin. Ji bo dengdanê gel hat agahdarkirin. Namzetên Partiya Çepên Kesk Halîde Turkoglû û Mehmet Kamaç  û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê jî li navçeya Farqînê serdana welatiyan, xebatkarên tekstîlê û esnafên senayiyê kirin. Partî bi dilgermî hat pêşwazîkirin. Di serdanê de îşaret bi parastina sindoqan hat kirin.