Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk 2023-05-10 20:37:43   ŞIRNEX- Li gundê Delaveqesrê Partiya Çepên Kesk bi gel re şahiyeke bi hişmet li dar xist. Li gundê Delaveqesrê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Partiya Çepên Kesk a Hezexê bi gel re şahiyek li dar xist. Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez, rêveber û endamên rêxistina HDP’ê û Partiya Çepên Kesk tevlî şahiyê bûn. Şande bi coş û tililiyên jinan hat pêşwazîkirin. Şeniyên gund bi kincên xwe yên herêmî tevlî şahiyê bûn. Piştî govendgirtinê bername destp ê kir. ‘LI DIJÎ SEDSALA QIRKER SEDSALA AZADIYÊ ‘ Piştre namzetê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez axivî. Îrmez bal kişand ser tifaq gelê kurd  û wiha axivî: “Tifaqa me serkeftina me ye. Ev tifaqa li vê derê bibe wesileya azadî û aşitiya gelê kurd. Ev 21 sal e AKP’ê û MHP li ser desthilatdariyê ne. Ji zilm û zordestiyê tiştek ji gelê me re neanîne. Lê gelê me dê 14’ê Gulanê xwedî li vîna xwe derkeve. Ev hilbijartin ji bo me gelek girîng e. Ev sedsal sedsaleke girîng e. Li hemberî sedsala qirker em ê azadiya xwe û aştiya xwe mîsoger bikin. Hewce ye ku her kes bi vê zanebûnê nêzik bibe. Ji bo wê divê ku li vî gundî yek dengek jî ji AKP’ê re neçe. Divê em tifaqa xwe 14’ê Gulanê nîşanî vê desthilatdariyê bidin.” Şahiya gel bi govendgerandinê bi dawî bû. Li navçeya Qilêban û Elkê jî bi tevlîbûna namzetên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal û Ayşegul Dogan xebatên hilbijartinê hatin meşandin û îşaret bi giringiya hilbijartinê hat kirin.