Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ 2023-05-10 22:35:30   CENEVRE- Li Cenevreyê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike. Di çalakiyê de ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê banga çûyîna ser sindoqan hat kirin. Kurdistanî di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê’ de ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Endamê Têkîliyên Derve yê Konseya Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Ramazan Baytar têkîldarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têcrîda giran, Fransî daxuyaniyek da. Razmazan anî ziman ku komploya navneteweyî ku ji aliyê NY’ê û dewletên rojavayî pêk hat, ev 2 sal in bi tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan careke din xwe dide der.  Hevserokê CDK’ê yê Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî axivî. Latîf diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve di bin tecrîdê de ye û anî ziman ku dema tecrîd giran dibe li hemû qadên ku Kurd lê dijîn, operasyonên qirkirinê tên kirin û wiha got: “Demek dirêj e em agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Ji ber vê girîng e ku em xwedî her curê çalakiyan derbikevin. Em gelê Kurd ji xeynî şikandina tecrîdê tu çarenûsa me nîne. Erk û berpirsiyariyên me hîn bi dawî nebûne. Hemû gelê me yên li vir, divê beriya 14’ê Gulanê telefona xizm, malbat û dostên xwe bikin ku biçin ser sindoqan.”   Piştî axaftinan girse bi berzkirina dirûşmeyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.