'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse' 2023-05-11 09:04:51   MANÎSA - Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk ya Manîsayê Gulsum Çolak ku kurê wê di Komkujiya Somayê de jiyana xwe ji dest daye, bi lêv kir ku dê di 13'ê gulanê salvegera komkujiyê de 301 kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr bînin û di 14'ê Gulanê de jî li ser sindoqan hesab bipirsin.    Ji hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartinên giştî re 2 roj man. Her ku hilbijartin nêz dibe, hêviya ji bo guherînê jî mezintir dibe.    Partiya Çepên Kesk ku edalet sernaveke girîng a beyannameya wê ya hilbijartinê ye, ji malbatên Pirsûsê heya xizmên kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, ji xizmên kesên li Somayê di karesata madenê de jiyana xwe ji dest dan heya malbata Şenyaşarê gelek kes kirin namzet. Ji van kesan yek jê jî Gulsum Çolak e. Di 13'ê Gulana 2014'an de kurê wê Ûgûr Çolak tevî 300 madenvanan li Somayê jiyana xwe ji dest da.    Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Gulsum Koçak, têkildarî salvegera komkujiyê û hilbijartinên 14'ê Gulanê axivî.    ‘EM Ê HESABÊ 301 MADENVANAN BIPIRSIN'   Çolak bi lêv kir ku ji bo hesabê 301 madenvanan bipirse bûye namzet û got ku ji ber vê li Somayê û navçeyên derdorê bênavber dixebite. Çolak ku serdana esnafan û welatiyan dike, ji bo piştgiriyê bang li madenvanan û şêniyên Somayê kir. Çolak ku got "parlementerî qet bi min cazib nayê. Cihê herî zê aciz im Enqere ye" wiha axivî: "Lê ji ber ku hiqûq ev qasî tê biçûkkirin û mirov ev qas tên eciqandin, nerihet im. Min li Meclisî kêm kes dîtin ku bindest û karekaran temsîl dikin. Her wiha binpêkirina hiqûqê jî me diêşîne. Kujerên 301 madenvanan 6 roja jî di girtîgehê de neman. Ji bo edaletê ez bûm namzet. Ez naxwazim ked bê xwarin û mirov bên eciqandin. Li aliyekî hin kes pereyên mezin dixin berîka xwe, li aliyê din jî ji mirovan re dibêjin 'tu bi 8 hezar û 500 lîreyî debara xwe bike.' Ma pergalek wiha dibe?"    Çolakê destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk ji bo pergaleke li dijî kedxwariyê têdikoşe û got ku divê pergala hiqûqê bê sererastkirin û bibe pergaleke serbixwe. Çolakê destnîşan kir ku ji bo edaletê û ji bo her kes xwe ewle hîs bike ew ê bitêkoşin û got: "Divê tu desthilat darazê bi dest nexe. Ev jî bi pergala parlementeriyê pêkan e. Lewma divê em li ber rejîma yekzilamî rabin. Mesela danişîna 301 madenvanan ji bîra min naçe. Gava malbat ji ber cezayê li kujerên 301 madenvanan hat birîn îtiraz kirin, serokê dadgehê bi me keniya. Gelo bi wijdana xwe ew biryar dan? Gelo bi wê biryarê kêfxweş bûn? Ev tê wateya ku 'Min bi ya detshilatê kir, 'ez li teref sermayeyê me.'"    'HÛN Ê BÊN DARIZANDIN'   Çolakê bi lêv kir ku yeqîn dike ku dê piştî 14'ê Gulanê her tişt xweş bibe û got: "Mirov êdî dê ji bo siberojê bi hêvî bin. Em ê di salvegera komkujiyê de biqîrin û bibêjin, 'Belê bitirsin, hûn ê bên darizandin, ev darizandin neqediyaye.' Em ê di 14'ê Gulanê de jî biryarê bidin. Ez yeqîn dikim ku dê parlementerê Partiya Çepên Kesk ê vir deng vede û ji bo 301 madenvanan têbikoşe."    Çolakê di dawiyê de got, dê Manîsa di 14'ê Gulanê de ji desthilatê û şirîkên wê re bibêje "Em êdî naxwazin bimirin. Em doza parvekirinake adil dikin. Oxir be ji te re."    MA / Tolga Guney