Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin 2023-05-11 10:28:08   BURSA - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Bursayê Dervîş Erdem diyar kir ku êdî mamoste ji rejîma yekzilamî bêzar bûne û bang li tevahiya mamosteyan kir ku di 14’ê Gulanê de sindoqan biparêzin.    Li dibistanên fermî û yên taybet ên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ji bo perwerdeya 19 milyon û 162 hezar û 35 xwendekaran bi giştî milyonek û 201 hezar û 138 mamoste peywirdar in. Tevî ku pêdivî bi hejmareke zêde ya mamosteyan heye jî li gorî daneyên dawî, 500 hezar û 41 mamoste li benda tayîna xwe ne. Pirsgirêka debarê, têrnekirina mûçeyan û binpêkirina mafên bingehîn çendek pirsgirêkên sereke yên mamosteyan e. Mamosteyên ku amadekariya çûna ser sindoqan dikin, di dema AKP’ê de ji bo başkirina mercên xwe tu caran qad vala nehiştin.    Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yê Bursayê Dervîş Erdem, got ku dê di hilbijartinê de dengê xwe bidin partiyên siyasî yên xwedî li kedê derdikevin.    EWLEHIYA SINDOQAN    Erdem, anî ziman ku di demekî nêz de partiyên siyasî hatine serdana wan û wiha got: “Me jî di van hevdîtinan de fikrên xwe parve kirin. Ji bo ewlehiya hilbijartinê jî me hemû endamên xwe agahdar kirin. Endamên me heke li ser sindoqan peywirdar bin, dê encamên sindoqan ji bo me bişînin. Piştî encamên hilbijartinê diyar bûn jî dê girtekên bi îmzeya şil ji me re bişînin. Em jî dê wan bi partiyên siyasî û saziyên weke Oy ve Otesî re parve bikin. Bi vê yekê dixwazin mekanîzmayeke kontrolê ava bikin.”    DÊ DENGÊ XWE BIDIN KÊ?   Bi domdarî Erdem bi bîr xist ku wan Belgeya Helwestê eşkere kiribû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê dengê xwe bidin partiyên xwedî li kedê derdikevin. Me di vê belgeyê de navê tu partiyan neda. Xwedîderketina li kedê tê wateya parastina demokrasî û hemwelatiya wekhev. Ji ber ku heke ev têkoşîn nebin, têkoşîna kedê jî nabe. Dema her devera welêt tê talankirin, têkoşîna kedê bi tena serê xwe têr nake. Lewma me got em ê piştgiriyê bidin partiyên li gel têkoşîna ekolojiyê. Yek ji girîngtirîn pirsgirêka welêt, edalet e. Mamoste rastî neheqiyan tên. Ji ber ku têkoşîna wan a sendîkayî doz lê tên vekirin. Lewma em ê dengê xwe bidin partiyên li gel edaletê. Dê dengê xwe bidin partiyên li gel mafên mirovan, perwerdeya bêpere û tenduristiya bêpere.”   ‘MAMOSTE ÊDÎ JI ÎKTÎDARÊ BÊZAR BÛN’    Herî dawî jî Erdem ev tişt anî ziman: “Hem Bursa hem jî hilbijêrên welêt ji rejîma yekzilamî bêzar bûn. Êdî em di erefeya guherînekê de ne. Mamoste jî ji vê pergalê nerazî ne. Niha li hezaran gundan mamoste tune ne. Li wan gundan dibistan jî tune e. Bi hinceta ku 3-5 xwendekar hene, dibistan girtin. Divê tevahiya dibistanên gundan bên vekirin. Divê ev mamoste jî bibin kadro û temînata wan hebe. Banga min ji bo hemû mamosteyan ew e ku sindoqan biparêzin. Hevalekî/a me li ser sindoqê peywirdar e. Di dema hejmartina dengan û bikaranînê de li dijî rewşên neyînî tevdîran digire. Hevalên nepeywirdar jî divê biçin dibistanên herî nêz, girtekên bi îmzeya şil bigirin û ji me re bişînin. Jixwe em ê hejmarekê bidin wan ku bi me re bikevin nava peywendiyan. Wê rojê çi ji destê hevalên me bê divê bikin. Heke rewşên neyînî çêbibin bila me agahdar bikin. Em ê bi parêzerên xwe û yên partiyê re di nava peywendiyan de bin û tevdîrên pêwîst bigirin.”    MA / Omer Îbrahîmoglû