Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin 2023-05-11 11:17:30   AMED - Dadgehê biryar da ku nexweşa demansê Aysel Tugluk parastinê bike. Parêzerên Tugluk jî i dijî vê biryarê îtîraz kirin.    Ji ber nexweşiya demansê ku rê li ber jibîrkirinê û pêşî li ber fikirîna sîstematîk digire, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk biryara binpêkirin dabû. Bi biryara AYM’ê re jî Tugluk di 27’ê cotmeha 2022’yan de hatibû berdan. Lê belê piştî berdanê, derheqê Tugluk de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku li dosyaya dozê dinihêre, biryar da ku Tugluk bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) parastina xwe bike.    ISRARA DADGEHÊ YA SEGBÎSÊ   Danişîna doza Tugluk di 5’ê gulanê de hat lidarxistin. Tugluk, ji ber nexweşiya xwe tev li danişînê nebû. Parêzerê Tugluk, Serdar Çelebî got ku heta muwekîla wî baş dibe cezayê wê hatiye taloqkirin û ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim ku ev rewş ji bo darizandinê weke ‘mijara rawestandinê’ bê destgirtin. Muwekîla min ji hêla fîzîkî ve tenê dimeşe lê hemû pêdiviyên wê ji hêla kesên din ve tên pêşwazîkirin. Ez dixwazim ku darizandin bê sekinandin.” Dadgehê jî biryar da ku ji bo tespîtkirina îdiayên derheqê Tugluk de kirariyên pêwîst bên kirin, heke ferman were nivîsandin jî ji bo li ser SEGBÎS’ê tev li danişînê bibe divê were nivîsandin.    Her wiha dadgehê biryar da ku heke nivîsa nêrînê ya ku 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ji bo rewşa Tugluk ji Saziya Tipa Edlî (ATK) xwestî were, ew nivîs ji wan re bê şandin. Dadgehê di heman demê de biryar da ku doza “propagandaya rêxistinê” ya li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê tê dîtin û dosyaya di destê wan de bibin yek.    PARÊZERAN ÎTÎRAZ KIRIN   Ji parêzerên Tugluk Çelebî û Reyhan Yalçindag jî îtîrazî darizandina muwekîla xwe û zexta parastinê kirin. Parêzeran got ku dema muwekîla wan li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F a Kocaeliyê, teşhîsa demansê hatiye kirin û ATK’ê jî rapora “nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî” daye. Di daxwaznameya îtîrazê de her wiha biryara AYM’ê ya ji bo Tugluk hate bibîrxistin. Her wiha hat gotin ku tedaviyeke mayînde û ya başkirinê ji bo nexweşiya Tugluk tune ye, rewşa wê roj bi roj giran dibe, di 3’yê gulana 2023’yan de li 3’yemîn Daîreya Îhtîsasê ya ATK’ê muayene bûye û rapora wê hêj nehatiye amadekirin.    Daxwazname wiha bi dawî dibe: “Di nava van şert û mercan de mimkin nîne ku muwekîla me beşdarî danişînan bibe. Domandina teqîbata derheqê muwekîla me de dê li gorî rewşa wê were diyarkirin. Muwekîla me li Stenbolê bi refeqeta mirovên din dijî. Em dixwazin ku ewraqa fermanê ya ji bo îfadeyê paşve bê girtin û darizandina wê were sekinandin.”