Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were 2023-05-11 14:15:25   MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê de axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Buldan, anî ziman ku AKP-MHP ji bo Tirkiyeyê bûne “pirsgirêka bekayê” û wiha got: “Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan bê.”    Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mêrsînê mitîng li dar xist. Mitîng li rex Stadyuma Tevfîk Sirri Gur a li navçeya Yenîşehîrê hat lidarxistin û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Başak Demîrtaş û namzetên parlamenteriyê tev li bûn.    KESEKÎ KRÎZA DIL DERBAS KIR: AMBULANS NEHAT!   Beriya mitîngê, welatiyekî krîza dil derbas kir û lê xebatkarên tenduristiyê û ambulansa li qada mitîngê peywirdar nehatin peydakirin. Li ser vê yekê mudaxaleya ewil ji hêla welatiyan û endamên partiyê ve hate kirin. Tevî ku li ser dikê gelek caran anons hate kirin jî wesayîta peywirdarên tenduristiyê nehat û piştî bertek hatin nîşandan,  hat hînbûn ku ji bo xwarinê ji qadê çûne.    ‘DERÎ VEKE VEYSEL EFENDÎ VAYE DIÇIN’   Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn û bi pankartan bal kişandin ser pirsgirêkên welêt. Di mitîngê de pankartên weke “Di nukleerê de mirin, di Çepên Kesk de jiyan heye”, “Li mitbaxa welatiyan şewat heye. Gelo balafira we ya ku hûn vemirînin heye?”, “Em ne siyaseta nêrza lê siyaseta demokratîk dixwazin” û” Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin vekirin. Yek ji pankartên balkêş jî ev bû: “Derî veke Veysel Efendî vaye diçin.”    ÇI DIBE BILA BIBE DAWÎ DÊ MUHTEŞEM BE   Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk bi pankarta “Çi dibe bila bibe dawî dê muhteşem be” ketin qadê ku gotina endamê HPG’ê Cîhat Turkan (Çiyager) bû û di sala 2016’an de li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû.    ROJEVA SEREKE YA GEL OCALAN E   Di mitîngê de coşeke mezin hebû û girseyê bênavber dirûşmên weke “Jin, jiyan, azadî”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Kartol pîvaz bi xatirê te Erdogan” berz kirin. Beşdar, bi cil û bergên xwe yên kurdî û herêmî ketin qadê û qada mitîngê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Di tevahiya mitîngê de bênavber bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate dayîn û dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Her wiha ciwanan dovîza “Me bi ciwantî dest pê kir dê bi ciwanî bi ser kevin” vekirin. Yek ji pankartên herî pêş cih digirt jî ji gotina Ocalan “Ey zeman, an ez ê serkeftinekê diyar te bikim an jî weke qet nehatibe jiyîn bihesibînin” bû.    KOCA: EM Ê ÎKTÎDARA ERDOGAN TÊK BIBIN   Piştî ku hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên bajar girse silav kirin, mitîng dest pê kir. Di mitîngê de ji ewil namzetê parlamenteriyê Perîhan Koca axivî û wiha got: “Em ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dîrokê binivîsin. Em ê herî kêm 4 parlamenteran ji Mêrsînê derxînin. Em ê sê roj piştre îktîdara Erdogan bişînin sergoya dîrokê. Wan digot qey dê bi êriş û binçavkirinan serî bi me bidin tewandin lê nekarin û dê nekarin.”   ‘BI XATIRÊ TE YEKZILAMO’   Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî bi gotina “Bi xatirê te yekzilamo” dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Em ê hesaba berpirsyarên erdhejê bipirsin. Em ê hesaba mirovên me yên di bin erdhejê de mane bipirsin. Em ê pergala we ya rizî di 14’ê Gulanê de têk bibin. Em deriyê ked û azadiyê vedikin. Wezîrê karê hundir Suleyman Soylu bêyî ku şerm bike dibêje ‘Li ser daxwaza Erdogan me di nava du rojan de qeyûm tayîn kirin.’ Ma tu dewleta hiqûqêyî yan a polîsan? We tapûya xwe avêt. Me dîwarên tirsê ji zûde avêtine. Em ê di tûra ewil de vî karî biencam bikin. Dengek bo Kiliçdaroglû û dengek jî bo Partiya Çepên Kesk.”    YUCE: EM Ê DINYAYEKE AZAD Û WEKHEV AVA BIKIN    Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce jî wiha got: “Îro, salvegera Komkujiya Reyhanliyê ye. Ev hilbijartin li dijî barbariya DAIŞ’ê ye. Em ê bi hev re qêrînên serkeftinê biavêjin. Em ê xwedî li keda xwe û li nasnameya xwe xwedî derkevin û cîhaneke azad û wekhev bi hev re ava bikin.”    DEMÎRTAŞ: FÊKIYÊ DARA ME AŞTÎ YE   Başak Demîrtaş jî wiha got: “Em ê bi hev re hemû hevalên li zindanan azad bikin. Gundên we hatin şewitandin û îşkence li we hate kirin lewma hûn hatin Mêrsînê. Lê neheqî li vir jî xelas nebûn. Bi hezaran ciwanên kurd di girtîgehan de ne. Xelkê me birçî ye. Zimanê me qedexe û miameleya kesên duyemîn li me tê kirin. Lê dawiyeke vê zilmê jî heye. 14’ê Gulanê dê bibe destpêka vê. Divê di vê hilbijartinê de tenê yek dengê me jî vala neçe. Bi dengên xwe divê em vê darê baş av bidin. Fêkiyê vê darê xwişk-biratî, aştî, aramî û bereket e. Ez hemû kurdan ji bo Partiya Çepên Kesk vedixwînim. Werin em bi hev re vê îktîdara zalim têk bibin.”    ‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BANDORÊ LI GELAN DIKE’   Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ev tecrîd, bandorê li tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dike. Em ê di 14’ê Gulanê de li dijî vê dengekî mezin derxînin. Ev yek di destê gelê me de ye.”    BULDAN: EV ÇÎROK ÇÎROKA TIRKAN E, ÇÎROKA KURDAN E    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di mitîngê de wiha got: “Em ê îktîdara AKP-MHP’ê di 14’ê Gulanê de têk bibin. Ev dîmen, dîmenê bêtehemûliya li îktîdara AKP’ê ye. Dîmenê daxwaza guherîn û veguherînê ye. Dîmenê nivîsandina çîroka nû ye. Ev çîrok, çîroka tirkan e, çîroka kurdan e. Çîroka  jinan, elewiyan û çîroka aştî, demokrasî, xwişk-biratî û aramiyê ye.    AKP-MHP LI KU BIN DEREW Û DIZÎ LI WIR IN    Partiya Çepên Kesk li ku derê be li wê derê demokrasî, aştî, aramî, pêkvejiyan heye. AK-MHP jî li ku bin, li wê derê derew heye, dizî heye, talan heye, neheqî, bêedaletî, zilm, zext, tundî, cînayetên jinan û nebaşî heye. Wêneyê li Mêrsînê nîşaneya têkbirina vê îktîdara AKP-MHP’ê ye. Her roj gefan, heqaretan dikin û hewl didin pêşî li xebatên me bigirin. Êdî sozeke bikarin bidin gel nema ye. Tenê tiştekî dikin; heqaretê li gel dikin, gefan dixwin û tiliya xwe li xelkê dihejînin. Ew nizanin bê ka gelên Mêrsînê çi dijîn. Haya wan ji feqirî û hejariyê nîne. Ji ber ku ew ji pacên qesrê dinêrin. Ew li wir nabînin bê ka gel dikare pîvaz û kartolan bikirin an na. Em soz didin ku dê wan bi pîvaz û kartolan bişînin. Belaya herî mezin a vî welatî AKP û MHP ne. Tekane derd ev e. Lewma 14’ê Gulanê rojeke krîtîk û girîng e. Dê qedera me tevan biguherîne.    BIHARA ESASÎ DÊ PIŞTÎ ÇÛNA ERDOGAN BÊ   Erdogan li parlamentoyê dibêje ‘Ez ê bihareke nû bi we bidim jiyîn.’ Em jî ji gelê xwe re dibêjin ku em ê bihara esasî bi çûna Erdogan bijîn. Ji ber ku wan zivistan bi gelên me dan jiyîn. Heta havîna vî welatî jî veguherandin zivistanê. Dê ev bihar bi serkeftina me mezin a di 14’ê Gulanê de were vî welatî. Erdogan, di axaftina xwe ya îro de dibêje; ‘êdî tu kes nikare gefan li birayê min ê kurd bixwe.’ Ji bo kurdan gefa herî mezin hûn in. Gefa herî mezin a li ser kurdan AKP û MHP ne. Lewma em ê di nava van 3 rojan de pir bixebitin. Em ê Çepên Kesk bibin her malê û alaya wê li her qadê li ba bikin. Dema em roja hilbijartinê çûn ser sindoqê, dema me pisûla girt destê xwe, em ê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk û dengekî jî bidin Kiliçdaroglû.  Tu partiyên din nebînin. Bila çavê we tenê li ser Partiya Çepên Kesk be.”    Di mitîngê de bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Piştî axaftinan hunermend Îlkay Akkaya derket ser dikê û mitîng bi stranên wê bi dawî bû.