Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin 2023-05-11 15:12:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa dewleta tirk a li dijî Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin û 4 jî birîndar bûn.    Di encama êrişa dewleta tirk a li dijî gundê Til Leben ê Til Temir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de welatiyê bi navê Mihemed Ebdulfetah Hisên (38) jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di êrişê de welatiyên bi navên Xalis Hec Hozeyfa (35), Ebdullah Elêwî (27), Îbrahîm Geraf (38) û Hafiz Muhemmed Geraf (27) jî birîndar bûn.