PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt 2023-05-11 15:16:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya PDK’ê bêyî ku hincetekê nîşan bide, Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt.    Rêveberiya PDK’ê, bêyî ku hincetekê nîşan bide aliyê Pêşxabûr ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt ku di navbera Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye. Rayedarê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê Baz Ehmed têkildarî mijarê bi ANHA’yê re axivî û got ku PDK’ê deriyê sînor yekalî girtî ye û têkildarî sedema girtinê tu agahî bi wan re nehatine parvekirin.    PDK bû cara duyemîn ku deriyê sînor digire. Di dawiya sala 2021’an de jî deriyê sînor bi awayekî yekalî girtibû û 40 rojan venekiribû.