Partiya Çepên Kesk li qadê ye 2023-05-11 17:28:07   NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe didomîne. Di xebatan de ji bo xwedîderketina li partiyê bang li hilbijêran hat kirin. Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re 3 roj man. Partiya Çepên Kesk, serdanên xwe yên gundan û dikandaran didomîne. ŞIRNEX Partiya Çepên Kesk li Botanê xebatên xwe yên hilbijartinê bi coş didomîne. Di çarçoveya xebatan de bi tevlîbûna Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sîlopiyayê Adalet Fidan, rêveber û endamên rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê serdana gundên Selatûn, Mala Faris, Mala Dîno, Xirbokê,Kolya, Wehsit,Tilqebin, Girgewrê, Kortik, Ziristin,Çemqara, Xezayê, Kutnis, Ribehî, Rihabî, Basurîn, Konut û Serebiyê hat kirin. Karwana Partiya Çepên Kesk li gundan bi tililî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Li navçeya Elkê jî bi tevlîbûna namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz  Ûysal serdana gundan hat kirin. Di serdanê bang li gundiyan hat kirin ku biçin ser sindoqan û denge xwe bi kar bînin. Li navçeya Hezex a Şirnexê jî bi tevlîbûna namzetê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez serdana dikandaran hat kirin. Li navçeyê Qilêbanê jî bi tevlîbûna namzeta Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan serdana gundan hat kirin. AMED Rêxistina Partiya Çepên Kesk li Amedê bi ciwanan re şahiyek li dar xist. Şahî li Hêwana Dawetan a Kaplanê hat lidarxistin. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Halîde Turkoglû, Ceylan Akça, Azad Bariş, Samet Menguç, Sorgul Aytek û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn jî di nav de gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de pankarta “Hûn nikarin me bidin sekinandin” , “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” , “Wê tîrêjên rojê pêşeroja me ronî bikin” ‘”Bi ciwaniya birêxistinkirî ber bi paşeroja azad ve” hatin daliqandin. Di şahiyê de ciwanan tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kirin.   Di şahiyê de Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk destnîşan kir ku wan tu carî li ber faşîzmê serî netewandiye, ji niha û pê ve jî wê serî netewînin. Namzeta parlementeriyê Halîde Turkoglû jî k udi şahiyê de axivî diyar kir ku piştî hilbijartinê rojên xweş li benda wan in û got: “Dema ku em bi ser bikevin em ê hemû tiştên xwe ji wan bistînin. Li welatê me dê dawî li serdema faşîzmê bê.” Namzetê parlementeriyê Azad Bariş jî got: “Ewrên tarî li ser welatê me digerin. Xeman dilê me çi qas şikandibe jî ew qas jî hêz û vîna me bilind kirine. Bi tenê em xemsariyan neki ji bo ku hêza xwe xurt bikin û evîna dilê Edûlê û Dewrêşan berz bikin, Çiyageran ji bîr nekin. Her rêwiyek rêya xwe heye, her kesek baweriyeke xwe heye. Her welatek û axek xwedanekî xwe heye. Em ji vir bûn, em ji vir in û em ê  ji vir bin.” SEMSÛR   Li Semsûrê, Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Di çarçoveya hilbijartinan de Partiya Çepên Kesk bi beşdariya namzetên parlamenteriyê yên Semsûrê Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Ceritli li navend û navçeyên Semsûrê xebatên xwe domand. Namzetên parlementeriyê Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag û Yuksel Yucedag esnaf û gundên navçeya Kolikê ziyaret kirin û pirsgirêkên gel guhdar kirin. Heyetê li vir belavok belav kirin û xebatên Partiya Çepên Kesk vegotin. Namzeta parlamenteriyê Meryem Ceritli jî li navçeya Bêhiştiyê xebatên xwe yên hilbijartinê didomand, namzetê parlamenteriyê Bulent Çinar jî li navenda Semsûrê bi heyetê re serdana xwe ya gel berdewam kir. Piştî serdanan namzetê parlamenteriyê Alî Kebanoglu li gundê navendê Axdîkanê, namzetê parlamenteriyê Îzzet Karadag jî li gundê Karûkê hevdîtinên gel pêk anîn. Kebanoglû di civîna gel de axivî û diyar kir ku gelê Semsûrê di erdhejê de bi tenê ma û got: "Gelê Semsûrê wê hesab ji vê desthilatê bipirse. Em ê jî bi deng dayina gelê Semsûrê ji aliyê siyasî û hiqûqî de hesab bipirsin.” Kenanoglû wiha domand: “Li aliyekî Meral Akşener a salên 90’î ku komkujî pêkanîn, li aliyê din Ahmet Davutoglu ku Rojhilata Navîn di nav xwînê de hişt. û li aliyê din jî Temel Karamanoglû yê ku bû. berpirsiyarên qetlîama Sêwasê, bila tu kes wan ji bîr neke û meşru neke. Heke Partiya Çepên Kesk bi xurtî nekeve meclîsê, wê maseya 6 partiyan jî bikeve qirika hikûmeta ku ji aliyê Kiliçdaroglu ve were avakirin. Mîna ku ev ne bes bûn, Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu jî bi xwe re birin. Em dizanin Mansur Yavaş çi ji me re dibêje, em ê vê yekê ji bîr nekin û em ê hesab bipirsin. Ji bo ku em hesap bipirsin, pêwîstê em di parlamentoyê de xwedî hêzeke xurt bin. Wê demê çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk pêkan e. Mafên hemwelatîbûna wekhev a Elewiyan dikare bê misogerkirin. Armanca me ew e ku em hêzên demokrasiyê li meclisê xurt bikin, ne hêzên faşîst.”