Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir 2023-05-11 17:35:25   STENBOL - Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî ku li Stenbolê hevdîtinên xwe didomîne serdana HDK’ê kir. Ozturk Turkdogan, diyar kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke navnetewî ye û anî ziman ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê divê Tirkiye bê şopandin.   Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî ku li Stenbolê hevdîtinên didomîne, piştî Buroya Hiqûqê ya Asrinê serdana Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) kir. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr, Cengîz Çîçek û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Erdal Guzel, Ozturk Turkdogan û gelek kesan endamên delegasyonê pêşwazî kirin.    Di serdanê de Wezîrê Karê Hundir û Edaletê yê Îzlandayê yê Berê Ogmundur Jonasson pirsa di girtîgehan de binpêkirinên çawa tên jiyîn kir. Namzetê parlamenteriyê Ozturk Turkdogan ê bersiva Jonasson da qala kesên ji ber azadiya fikir û raman hatine girtin kir. Turkdogan, anî ziman ku li ser kapasîteyê girtî di girtîgehan de hene û da zanîn ku ev hejmar ji 60 hezaran zêdetir e. Turkdogan bi lêv kir ku herî zêde girtiyên ji ber sedemên siyasî girtî ne rastî binpêkirinan dibin û anî ziman ku her ku diçe hejmara girtiyên siyasî zêde dibe û tu serdeman qasî vê dawiyê girtî zêde nebibûn û qala siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevanan kir.    JI ÎMRALIYÊ BER BI TIRKIYEYÊ VE   Turkdogan, diyar kir ku bi taybetî li dijî gelê kurd pêlên operasyonên girtinê çêdibin û qala binpêkirinên ji ber girtîgehên bi tîpên F, S û Y derdikevin holê kirin. Turkdogan axaftina xwe wiha domand: “Kesên di van şertan de li girtîgehan tên ragirtin di van şertan de dikarin herî zêde 10 salan bijîm. Ev siyaseteke tecrîdê ye. Mînakên vê ewilî li Îmraliyê pêk anîn. Niha jî belavî hemû Tirkiyeyê kirin. Ev rewşeke gelek nebaş e.”   Turkdogan bal kişand ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) nayên pêkanîn û bi lêv kir ku heke bên pêkanîn wê gelek kes bên berdan. Turkdogan, anî ziman ku her wiha divê guhertineke qanûnî jî pêk were.    ‘DIVÊ WELATÊN YE’YÊ TEV LI BIBIN’    Turkdogan, da zanîn ku wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de Serokkomar were guhertin û wê li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd lêgerînek dest pê bike û anî ziman ku divê di vê çarçoveyê de Yekitiya Ewropayê (YE) jî li Tirkiyeyê weke “çavê sêyemîn” di nav vê pêvajoyê de cih bigire û anî ziman ku bendewariyeke wan a wisa heye.   ‘DIVÊ ÎMRALI BALDARÎ BÊ ŞOPANDIN’    Turkdogan, da zanîn ku cezayê hefsê yê heta hetayê ji bo Abdullah Ocalan hate derxistin lê pişt re herî kêm 4 hezar kes mehkûmî vî cezayî hatin kirin û îşaret bi biryara DMME’yê ya 14’ê adara 2014’an kir. Turkdogan, anî ziman ku ev biryar ji bo Abdullah Ocalan, siyasetmedarên kurd û girtiyan nehatiye sepandin û da zanîn ku Tirkiyeyê ev biryara weke referans nîşan da û bi sedan endamên Hîzbûllahê berdan. Turkdogan, destnîşan kir ku ev cezayê li Abdullah Ocalan hatiye birîn bi hezaran girtiyan eleqedar dike û wiha got: “Ne tenê girtiyan jî qedera hemû gelê kurd eleqedar dike. Ji ber vê yekê divê gelek bi ser Îmraliyê bê sekinîn.”   POLÎTÎKAYEKE BI ZANEBÛN   Pişt re endamê Delegasyonê Profesorê Civaknasî û Mirovnasiyê Denis O’Hearn jî sedemê sewqkirina girtiyan pirs kir. Cengîz Çîçek ê bersiva O’Hearn da anî ziman ku ev rêbazekek cezakirinê ye. Çîçek diyar kir ku girtî ji cihên dûrî ax û malbata wan re tên şandin û ragihandina bi malbatên wan re tê birîn û ev yek weke “polîtîkayeke” bi zanebûn nirxand.    ROLA TIRKIYEYÊ YA ‘NEÇARESERIYÊ’    Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr a pişt re axivî jî anî ziman ku li Tirkiyeyê tiştên diqewimin ji derve baş nayên fêm kirin. Demîr a qala rola Tirkiyeyê ya şerê navxweyî yê Sûriyeyê kir, anî ziman ku hêzên paramîlîter ên derbasî Sûriyeyê bûn ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin. Demîr, diyar kir ku Tirkiye van hêzan di çarçoveya hêzên xwe bikartîne û da zanîn ku li gorî agahiya bi dest xistin gelek ji wan bi pasaporta kesk şandine Ewropayê. Demîr, anî ziman ku ji ber vê helwesta Tirkiyeyê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn nayên çareserkirin.    Endama Lijneya Rêveberiya HDK’ê Ebrû Yildirim a pişt re jî axivî, bal kişand ser hilbijartinên ku 14’ê Gulanê bên kirin. Yildirim, anî ziman ku hilbijartin qasî ku bandorê li hemû cîhanê bike girîng in û diyar kir ku wê encama wê bi bandor be.