Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin 2023-05-11 17:40:04       ŞIRNEX - Mehmet Ûytûn ê 18 mehî bi kapsula gazê hatibû qetilkirin. Di doza der barê kuştina Ûytûn de, dadgehê diyar kir ku ji bo bê nirxandin ka sûc di çaçroveya "kuştina bi qesdî de ye" yan na, dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar re şand.    Di 9'ê Cotmeha 2009'an de li Cizîra Şirnexê Mehmet Ûytûnê 18 mehş, gava di şaneşîna mala xwe de di hemêza dêya xwe de bû, kapsula gazê ya leşkeran li serê wî ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Der barê kuştina Ûytûn de doz li çawîşê pispor Hakan Alkan hatibû vekirin. Doz bi sûcê "kuştina biqisûr" hatibû vekirin. Îro danişîna 4'an a dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 1'ê ya Cizîrê hat lidarxistin. Parêzerên malbata Ûytûn Yakûp Guven û Ercan Yilmaz, dê û bavên Ûytûn Kevser û Tûran Ûytûn tevlî danişînê bûn. Bersûc tevlî danişînê nebû, lê parêzerên wî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dnaişînê bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyan, dêya Ûyûtûn axivî. Ûytûnê destnîşan kir ku ew xalên dijber ên di mutalaayê de qebûl nakin û xwest ku sûcdar bi sûcê "kuştina bi qesdî" bê cezakirin. Bav Ûytûn jî destnîşan kir ku ew heya dawiyê gilîdar in.    Paşê parêzerên malbata Ûytûn axivîn. Parêzeran jî destnîşan kir ku ew mutalaaya heyî qebûl nakin û xwestin bersûc bê cezakirin.    Parêzerê sûcdar Yalçin Torûn jî doza beraeta muwekîlê xwe kir.    Heyeta dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê diyar kir ku ji bo bê nirxandin ka sûc di çaçroveya "kuştina bi qesdî de ye" yan na, dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar a Cizîrê re şand.