ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-12 09:00:10   * Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP'ê Emîn Ay anî ziman ku desthilata AKP'ê ola îslamê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne û wiha got: "Li gor pîvan û qaîdeyên ola îslamê ez ê deng bidim Partiya Çepên Kesk. Banga min jî ev e ku li dijî rêya Nemrûdên ku ola îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, rêya Îbrahîmî hilbijerin."   * Nûriye Arslan ji bo dermankirina kurê xwe Mehmet Arslan ku 3 sal berê bi motorê qeza kiriye û ji wê çaxê ve ne li ser hişê xwe ye, banga alîkariyê kir.    * Li Dîlok û Mereşê Koordînasyona Hilbijartinê ji bo muşahidbûyînê bang kir û ji bo avakirina jiyana nû îşaret bi girîngiya parastina sindoqan kir.    * 5 meh di ser erdhejê re derbas bûne, lê hê jî tu tişt neguheriye. Li Hatayê mexdûrên erdhejê gotin: "Tenê armanceke me heye, ew jî şandina vê desthilatê ye."    * Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Stenbolê Zeynep Çelîk diyar kir ku wê 5 hezar parêzer û ekîba gerok roja roja hilbijartinê dê li hemû dibistanan li ser sindoqan bin. Hevserokên Giştî yên OHD’ê Serhat Çakmak û Ekîn Yeter jî gotin dê roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li qadê bin.    * Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku dê di roja hilbijartinê de bi dehhezaran dilxwazan li ser sindoqan bin û banga li muxalefetê kir ku li berpirsyartiya xwe rabe.    * Dayikên Aşitiyê yên Silopiyayê diyar kirin ku ew heta vî emrê xwe di bin zilm û zordestiyê de jiyane û wiha gotin: “Ji me dayikan re diyariya herî mezin hilweşandina kela zilmê ye û çûyina vê desthilatê ye.”   * Danişîna doza têkildarî komkujiya li dijî Malbata Şenyaşar ku her du dosya kiribûn yek, dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin. (10.00-17.00)   * Partiya Çepên Kesk wê li gelek navendan xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (10.00-21.00)   * Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî ku li Stenbolê ye wê di roja duyemîn de serdanên xwe bidomîne. (10.30)   * Partiya Çepên Kesk wê bi tevlibûna Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Hevserokê Giştî ya SYKP’ê Cavît Ûgûr, Endama Lijneya Berdevkên TOP’ê Juliana Gozen, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadî Abdûrrahman Suleyman wê li Qada Gundogdû ya Îzmîrê mitîng bê lidarxistin. (17.30) ZINDÎ