Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid 2023-05-12 09:03:38   DÎLOK - Li Dîlok û Mereşê Koordînasyona Hilbijartinê ji bo muşahidbûyînê bang kir û ji bo avakirina jiyana nû îşaret bi girîngiya parastina sindoqan kir.    Ji ber erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de çêbûn, bi dehhezaran kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedhezaran kes jî ji neçarî koç kirin. Li Mereş û Dîlokê ku veguherîne dengdêrên livdar, di warê ewlehiya hilbijartinê de fikar hene. Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Dîlokê Sabrî Yildiz û ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Mereşê Beybûn Aslan, ji bo xwedîderketina li sindoqan bang kirin.    Sabrî Yildiz bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê û got ku ev hilbijartin ji be rku dê çarenûsa sedsala bê diyar bikin û ji bo guherandina rejîmê pir girîng in. Yildiz destnîşan kir ku lewma divê derdora muxalif ji bo ewlehiya sindoqan li hev kom bibin û wiha got: "Hemû derdorên ku rewşa heyî qebûl nakin û difikirin ku jiyaneke demokratîk tune ye, divê hesas tevbigerin. Em tevî gelek saziyan tevdigerin." Yildiz ji bo parastina sindoqan bang kir.    ‘JI BO AVAKIRINA JIYANA NÛ'   Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Mereşê Beybûn Aslan jî bang li her kesî kir ku biçin dengê xwe bi kar bînin û got: "Ev hilbiajrtineke hesabpirsînê ye. Em ji bo ji esareta AKP'ê xelas bibin, ji bo ji cihêkarî û newekehviyê xelas bibin, di 14'ê Gulanê de diçin ser sindoqan. 14'ê Gulanê pir girîng e. Ji bo avakirina jiyaneke nû em ê di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan."    BANGAWAZIYA JI BO MUŞAHIDIYÊ   Aslan da zanîn ku li Mereşê gund bi gund, tax bi tax digerin û dê li hemû cihên ku sindoq lê bên danîn tevdîran bigirin. Aslan diyar kir ku dê roja hilbijartinê hiqûqnas jî li qadê bin û wiha got: "Ewlehiya sindoqan ji bo me pir girîng e. Wekî ku em ji hilbijartinên berê jî dizain, gelek dek û dolap hatin gerandin. Li gelek bajaran ewraqên sexte hatin çêkirin. Pusûleyên hazirkirî derketin holê. Em jî ji bo ewlehiya vê bênavber dixebitin."    Aslan bang li gel kir ku xwedî li sindoqan derkeve û her kes bibe muşahid.    MA / Rûkiye Adiguzel