Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye 2023-05-12 10:40:51   AMED - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê banga beşdariya mitînga Amedê kirin û gotin: “Werin em tev li mitînga fînalê û serkeftinê ya Amedê bibin.”   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya hilbijartinên 14’ê Gulanê de sibê mîtîngên fînalê li Amed, Wan û Stenbolê li dar dixe. Mitînga Amedê roja şemiyê saet di 13.00’an de li Qada Îstasyonê dê bê lidarxistin.  Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk, Berdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, nûnerê Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD) û namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê dê beşdarî mitîngê bibin.   Her wiha hunermend Şehrîbana Kurdî û Grup Golgedekiler jî dê derkevin ser dikê û bistrên.    Namzetên Amedê diyar kirin ku beşdariya mitînga ku dê sibê bê lidarxistin gelek girîng e û serkeftina hilbijartinê dê pîroz bikin.    ‘ÎRADEYA KURDAN’    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç da zanîn ku ew bi şev û roj tax bi tax, kolan bi kolan û derî bi derî geriyane û xebata hilbijartinê meşandine û ew hatin roja dawî. Kamaç banga mitînga sibê ya li Amedê bê lidarxistin kir û got: “Ev mitîng ji bo me gelek girîng e. Em ê bi mitînga xwe wêneyê îradeya gelê kurd vaye li vir e nîşan bidin.”    ‘DÊ BIBE DESTPÊKA AZADIYÊ’    Ji namzetan Samet Menguç jî diyar kir ku ew ê bi coşa mitînga biçin hilbijartnê û dê mitînga wan bibe destpêka azadiyê.    Ji namzetan Mehmet Emîn Aktar jî destnîşan kir ku ew ê bi coş û peroşek mezin mitînga xwe ya fînalê li dar bixin û li benda beşdariyek zêde ne û wiha got: “Em beşdariyek xurt ji bo mitîngê bikin da ku em jê hêz bigirin. Wê gelê Amedê di vê mitîngê de îradeya xwe beyan bike û bide nîşandan ku dengên xwe didin kî.”    ‘JI BO AVAKIRINA JIYANA NÛ’    Namzet Serhat Eren jî wiha got: “Ez bang li gelê me dikim, em sibê li dijî polîtîkayên şer û înkarê li Qada Îstasyonê tev li mitînga jiyanek azad û wekhev bibin.”    Namzet Adalet Kaya jî bang li jinan kir ku tev li mitîngê bibin û got beşdariya jinan mitîngê girîng e.    ‘EM SERKEFTINA XWE PÎROZ BIKIN’    Ji namzetan Sorgul Aytek jî bang li jinan kir ku bi reng û xemla xwe tev li mitîngê bibin.    Ji namzetan Halîde Turkoglû jî banga kombûna li Qada Îstasyonê kir û got: “Em bi awayek xurt, bi govend û tîlîliyên xwe di 13’ê gulanê de bicivin û di 14’ê Gulanê de jî serkeftina xwe bi hev re pîroz bikin.”    ‘MITÎNGA DAWÎ YA DI BIN REJÎMA ERDOGAN DE’    Ji namzetan Ceylan Akça jî wiha axivî: “Ev mitînga me ya dawî ye ku wê di bin rejîma Erdogan de bê lidarxistin û em dixwazin hûn jî tev li mitîngê bibin. Werin em cil û bergên xwe yên herî rengîn li xwe bikin û serkeftinê pîroz bikin. Em dixwazin gelê dev li ken be û bi ken bersiva vê îktidarê û zilma wê bide. Em ê bi ser bikevin û ew ê têk biçin. Divê gelê Amedê bi ruhê seferberiyê tev li mitînga xwe bibe.”