AA encamên hilbijartinê ji ku digire? 2023-05-12 11:05:12   ENQERE - Ajansa Anadoluyê şîrketa ku encamên hilbijartinê jê digire vedişêre û eşkere nake. Nûnerê AA’yê yê berê îdia kir ku AA encamên hilbijartinan ne ji YSK’ê lê ji AKP’ê digire.    Nîqaşên li ser fikarên derheqê ewlehiya hilbijartinê de didomin. Di demekî wiha de manîpulasyon û dezenformasyonên Ajansa Anadoluyê (AA) dîsa ketin rojevê. Hem rayedarên AA’yê hem jî xebatkarên wê yên berê têkildarî mijarê daxuyaniyên cuda didin û vê yekê jî bi xwe re glek pirs anîn. Rayedarên AA’yê têkildarî mijarê ji rojnameya Sozcuyê bi nivîskar Saygi Ozturk re axivîn û agahiyên balkêş dan. Rayedarên AA’yê dibêjin ku dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji 191 hezar sindoqan bi rêya nûçegihanên xwe daneyên 50 hezar sindoqan parve bikin û encamên 141 hezar sindoqan jî dê bi rêya “şîrketeke lêkolînê” ku di çarçoveya lihevkirinê de navê wê eşkere nekir berhev bikin. Balkêşe ku navê şîrketê nehat parvekirin.    ‘AA ENCAMÊN HILBIJARTINÊ JI TEŞKÎLATÊN AKP’Ê DIGIRE’   Li gel daxuyaniyên AA’yê, li hêla din Prof. Dr. Îbrahîm Ozturk ku di mijarên Pêşketin, Aboriya Sazûmankirî de pispor e got ku xebatkarekê AA’yê yê berê xwe gihandiye wî û derheqê mijarê de agahî bi wî re parve kirine. Piştî daxuyaniya xebatkarê AA’yê, jêbaweriya ji ajansê jî bû yek ji mijarên nîqaşê. Ozturk, ev îdia li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir. Nûnerê AA’yê yê berê van îdiayan dike: “Weke nûnerê bajar ez di du hilbijartinên giştî û di hilbijartineke rêveberiyên herêmî de peywirdar bûm. AA, daneyên parve dike bi rêya nûçegihanên xwe kom nake. Mimkin nîne ku bi rêya nûçegihanên xwe daneyên hemû sindoqan parve bike. Ji ber ku ewqas nûçegihan tune ne. AA daneyan ji teşkîlatên AKP’ê bi rêya nivîsbariyeke hevpar berhev dike. Weke nûnerê bajar min di tevahiya van pêvajoyan de cih girt û yek ji şahidan im. AA, teqez encamên hilbijartinê ji YSK’ê nagire. Di çarçoveya fermana ji qesrê girtî de AA neçare ku di van hilbijartinan de jî heman rê û rêbazan pêk bîne. Ji bo AA’yê tekane tişta ku divê were kirin ev e; divê di serî de midûrê giştî yê saziyê, midûrê karên nivîsan, serokê daîreya dijîtal û hemû rêveberên ji hilbijartinan berpirsyar, bi rêya hiqûqê gef lê were xwarin. Divê rêveberên AA’yê bizanin ku heke hilbijartinan manîpule bikin dê ji sûcê xespkirina îradeyê bên darizandin.”    YSK: AA MIŞTERIYÊ MIN NÎNE   Her wiha AA’yê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di sala 2019’an de parvekirina daneyan 12 saetan da sekinandin. Serokê YSK’ê yê demê Sadî Guven têkildarî mijarê daxuyanî dabû û wiha gotibû: “AA mişteriyê min nîne. Daneyan ji min nagire.”      FARUK BÎLDÎRÎCÎ: AA BAWERIYÊ NADE MIROV   Ombudsmanê Medyayê Faruk Bîldîrîcî bal kişand ser nêzikatiya AA’yê ya hilbijartinan û wiha got: “Ev nêzikatî baweriyê nade mirov. Di rewşên asayî de jî AA nûçeyên ku îktîdara siyasî diparêze parve dike. Dema li Erziromê kevir li Îmamoglû dihatin barandin jî digot; ‘cismên biyanî tên avêtin.’ Ajanseke wiha ya cemaweriyê baweriyê nade mirov. Di hilbijartinên herêmî yên di 2019’an de jî dayîna daneyan da sekinandin. Ev nêzikatî jî gumanên li ser jêbaweriya AA’yê zêde dikin. Divê AA bersivên ku gel pê qaneh bibe bide. Weke mînak; em nizanin bê ka daneyan ji Navenda Giştî ya AKP’ê digire an na. Eşkere nakin lê xuyaye ku bi wan re di nava hevkariyê de ne. Rayedarên AA’yê bi Saygi Ozturk re axivîn û dibêjin ‘em ê bi şîrketekê re bixebitin.’ Lê navê wê şîrketê nabêjin. Divê her tişt eşkere be û tiştên veşarî jî nekin. Bi veşartina navê wê şîrketê re gumanên heyî zêdetir kirin. Dibe ku ew şîrket bi AKP’ê re bixebite. Rêxistineke rojnamegeriyê ji bo encamên hilbijartinê çima pêdîvî bi şîrketekê dibîne. AA neçare navê wê eşkere bike û sedema hevkariyê vebêje. Nexwe bawerî bi tu nûçeyên wê nayê.”    ‘MIJARA BEHSA XEBERÊ NÛÇEYÊN DEZENFORMATÎF IN’    Bîldîrîcî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di demên berê de hinek saziyên din jî hebûn ku encamên hilbijartinê bi raya giştî re parve dikirin. Niha tekane çavkanî bûye AA û ew jî alîgira îktîdarê ye. Ev yek gumanên xelkê zêde dike. Rast e nûçeyên dezenformatîf didin lê dema mirov li tevahiyê dinêre, bi leha îktîdarê manîpulasyonê dikin. Rewşa heyî, tiştekî etîk nîne. Divê ajanseke ne girêdayî îktîdarê lê serbixwe be. Lê wisa tevnagere. Her tim li gorî daxwazên wan nûçeyan çê dikin. Beriya her tiştî serbixwe nînin. Saziyên çapemeniyê divê li dijî vê AA’yê rexne bikin û hemû xeletiyên wê bi raya giştî re parve bikin û pêşkeşî dadgeriya bilind bikin. Ji bo ku encamên hilbijartin bitenduristtir ragihînin, dikarin xwe bi rêxistin bikin. Dikarin torên xwe yên nûçeyan ava bikin.”    MA / Yusra Batihan