Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin 2023-05-12 12:45:59   AMED - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê û Rêxistina HDP’ê ya Bajar ji bo mitînga ku dê sibe were lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Mitîng, dê bibe agahiya têkbirina zîhniyeta faşîst.”    Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dê sibe li Amedê mitînga fînalê ya “Mitînga Mezin a Amedê” li dar bixe. Mitîng dê saet di 13.00’an de li Qada Îstasyonê ya navçeya Bajarê Nû were lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgira Hevserokê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û nûnerên Komeleya Kurd a Demokrat (DDKD) tev li mitîngê bibin. Her wiha hunermend Şehrîbana Kurdî û Koma Golgedekîler jî dê derkevin ser dikê.    Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê diyar kirin ku li bendê ne sibe zêdetirî 100 hezar kes tev li mitîngê bibe û wiha gotin: “Mitîng, dê bibe agahiya têkbirina zîhniyeta faşîst.”    'AVAKIRINA JIYANA NÛ’    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku ji bo têkbirina îktîdara zilm, talan û nelirêtiyan dê sibe saet di 13.00’an de biherikin Qada Îstasyonê û ev bang kir: “Em ê starta jiyana nû bi vê mitîngê bidin. Em ê di 14’ê Gulanê de dawî li vê îktîdara zordest bînin.”    Hevberdevk Pinar Sakik Tekîn jî bang li jinan kir û wiha got: “Ev mitîng dê bibe xebera têkbirina zîhniyeta faşîst.”    Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî bi zaravayê dimilî bang li xelkê Amedê kir û ev tişt anî ziman: “Banga me ji bo temamiya gelê Amedê, li dayik, xwişk û birayên me ew e ku sibe tev li mitînga me ya fînalê ya Amedê bibin. Em ê vê faşîzmê bi hev re hilweşînin û li şûna wê aştî, xwişk-biratî û wekheviyê ava bikin.”    'MITÎNGA SEKINANDINA ŞERÊ QIRÊJÎ’    Hevserok Zeyyat Ceylan jî ji bo mitîngê ev bang kir: “Ev mitîng di heman demê de li dijî zilma AKP-MHP’ê mitînga ‘êdî bes e’ ye. Mitînga rawestandina şerê qirêjî yê li dijî gelê kurd tê meşandin e. Ev mitîng dê rêya aştî û azadiyê veke. Lewma em weke mitîngeke dîrokî pênase dikin. Em di wê baweriyê de ne ku sedhezaran kes bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li mitîngê bibin. Em dizanin ku Amed dê 12 parlamenteran derxîne. Em vê serkeftinê diyarî gelê xwe dikin. Em ê di 15’ê Gulanê de 2 cejnan bi hev re pîroz bikin. Yek cejna serkeftina hilbijartinê ye û ya din jî Cejna Zimanê Kurdî ye.”