Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar! 2023-05-12 13:57:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê RTUK’ê Îlhan Taşçi da zanîn ku xebatkarên TRT’ê ji lêpirsîna ewlehiyê hatine derbaskirin û ji bo roja hilbijartinê ji gelek kesan re telefon hatiye kirin û jê re hatiye gotin ku neyên kar.    Endamê Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê (RTUK) Îlhan Taşçi da zanîn ku xwest têkildarî îdiayên manîpulasyonê bi Midûrê Giştî yê TRT’ê Zahîd Sobaci re hevdîtinê bike lê ji ber ku Serokatiya Ragihandinê destûr nedaye, randevûya wî hatiye redkirin. Taşçi, têkildarî îdiayan li ser hesaba xwe ya Twîtterê çendek pirs kir.    DERHEQÊ XEBATKARAN DE LÊPIRSÎNA EWLEHIYÊ   Taşçi, got ku ji ber weşanên dê di roja hilbijartinê de bên kirin, derheqê hemû xebatkarên li TRT’ê peywirdar de lêpirsîna ewlehiyê hatiye kirin û sedemên vê pirsî. Bi domdarî Taşçi wiha got: “Li ser telefonê li xebatkaran geriyan û jê re gotin ku hûn di 14 û 15’ê gulanê de bidestûr in. Em hîn bûn ku çavkaniyên mirovan li xebatkarên dê di roja yekşemê û duşemê de bihatina ser karê xwe geriyane û ferman jê re hat dayîn ku neyên kar. Gelo çima hewcehî bi vê sepanê dîtin? Tişta ku naxwazin ew bibînin çi ye?”    XEBATKARÊN LI TRT’Ê HATINE PEYWIRDARKIRIN    Taşçi, anî ziman ku xebatkarên Wezareta Karên Hundir û Serokatiya Ragihandinê li TRT’ê hatine peywirdarkirin û wiha pê de çû: “Gelo di nava van de kesên dê di roja hilbijartinê de bixebite hene? Weke ku birêz Muharrem Erkek jî bal kişandibû ser, gelo Wezareta Karên Hundir hewl dide li vir jî ‘avadaniyeke paralel’ ava bike?”    ZÊDETIRÎ 700 XEBATKARÊN NÛ   Taşçi, got ku ji meha çileyê heta niha zêdetirî 700 xebatkarên nû girtine TRT’ê û ev tişt anî ziman: “Gelo ji van çend jê di weşanên hilbijartinê de hatine peywirdarkirin? Gelo nasnav û berpirsyartiyên van çi ne? Tê gotin ku ji van hinek jê dê di roja hilbijartinê de li qadê nûçeyan bişopînin û ji van kesan re kamera û ekîpman hatine tehsîskirin. Li her devera welêt kameravan û nûçegihanên xwedî tecrube yên TRT’ê hene lê çima di pêvajoya hilbijartinê de çima hewcehî bi ekîbeke ‘nû’ hate dîtin?”    ARTÊŞA ŞÊWIRMENDAN HATE AVAKIRIN   Herî dawî jî Taşçi ev pirs ji Midûrê Giştî yê TRT’ê kir: “Tê gotin ku we artêşeke şêwirmendan ava kiriye ku tu kes nizane bê ka mûçe û pisporiyên wan çi ne. Her wiha tê gotin ku we ji bo van kesan qateke avahî vala kiriye û xebatkarên weşanê yên li vê derê jî veguhestine ofîsên vekirî yên ji bo 20-25 kesan. Gelo hûn derheqê van îdiayan de çi dibêjin?”