‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’ 2023-05-12 14:01:52   ÊLIH - Partiya Çepên Kesk bal kişand ser dîroka 12 hezar salan a Heskîfê k udi bin avê de hat hiştin û ev bang kir: “Dema te raya xwe bikar anî, Heskîfê bîne bîra xwe.”    Partiya Çepên Kesk têkildarî Heskîfê vîdoeyk amade kir. Bajarê qedîm û dîroka wê 12 hezar sal Heskîf di bin ava Bendeva Ilisûyê de hat hiştin. Partiya Çepên Kesk jî ji bo balê bikişîne ser talankirina Heskîfê vîdoyek weşand. Di vîdeoyê de ev bang tê kirin: “Yên ku dîroka 12 hezar sal kirin qurbanê bendavek 40 sal ji bîr neke. Dema te raya xwe bikar anî, Heskîfê bîne bîra xwe.”