Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da 2023-05-12 14:22:13   AMED - Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ê rewşa wî giran bû piştî 30 salan ji girtîgehê hatibû berdan. Kirtay piştî hat berdan 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da.    Abdulhalîm Kirtay girtiyek nexweş bû û rewşa wî giran bû. Piştî 30 salan di girtîgehê de ma di 22’ê adara 2023’yan de hat berdan. Kirtay ê di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt, piştî hat berdan bi 51 rojan şûnve jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku dê cenazeyê Kirtay li Goristana Yenîkoyê ya Amedê were veşartin.    ÇI BÛBÛ?   Abdulhalîm Kirtay di sala 1993’yan de li navçeya Farqînê ya Amedê tê binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewelehiya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “xerakirina yekitî û tevahiya dewletê” cezayê muebedê lê hat birîn. Ew li girtîgehên bajarên wek Rîze, Sêrt, Wan, Amed, Êlih, Kirklarelî, Yozgat, Dîlok, Îzmîrê girtî ma. Li girtîgehê nexweşînên cuda lê peyda bûn û hem li dijî nexweşiyan hem jî li dijî cezayê xwe têkoşiya.    Kirtay piştî 30 salan di 22’ê adarê de ji Girtîgeha Bûrhaniyeya Balikesîrê ya Tîpa T’yê hat berdan û dema hat berdan jî gelek caran ji ser hişê xwe çû û ew radikirin nexweşxaneyê.