Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin 2023-05-12 15:31:55   ENQERE - Şandeyên biyanî yên serbixwe ku di çarçoveya xebatên şopandina hilbijartinê de bi banga Partiya Çepên Kesk hatin Tirkiyeyê, wê li bakurê Kurdistanê û gelek herêman hilbijartinan bişopînin.    Parêzer, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî ji bo hilbijartinên Serokkomarî û giştî yên di 14’ê Gulanê de xebatên xwe yên ewlehiya hilbijartinê û şopandina hilbijartinê didomînin. Ji bilî peywîrdarên fermî wê gelek xebatkarên dilxwaz jî tevli xebatên ku zêdetirî wan li navend û navçeyan qediyan bin.    Li aliyê din ji bo hilbijartina ku hilbijartineke dîrokî tê penasekirin ji derveyî welat jî eleqe zêde ye. Bi taybetî bangên Partiya Çepên Kesk ên têkildarî ewlehiya hilbijartinê bandor li derveyî welat kir.  Parêzer, rojnamevan, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî ji bo roja hilbijartinê û piştî roja hilbijartinê ji bo şopandina hilbijartinê û danûstandina agahiyan bi rêxistinên civakî yên sivîl û rayedarên partiyan re ji derve tên Tirkiyeyê. Ji 150 kesan zêdetir ji bo bi baldarî ewlehiya hilbijartinê bi baldarî bişopînin wê çavdêriyan bikin.    Şandeya ku tê payîn biçe bajarên weke Amed, Agirî, Colemerg, Mêrdîn, Sêrt, Wan, Şirnex, Êlih, Erdexan, Qers, Îdir, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Semsûr û Rihayê dê piştî hilbijartinan çavdêriyên xwe bi rayagiştî re parve bike.