Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin 2023-05-12 15:51:01 STENBOL - Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ku ji 12 partî û saziyan pêk tê, diyar kir ku ji bo xwedîderketina li vîna gel dê li qadan bin.    Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî bi sernavê “Em bi hev re xwedî lê derdikevin, em ê bi hev re bi ser kevin” hate weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê Tirkiye di 14’ê Gulanê de hilbijartinên krîtîk li dar bixe û wiha dom kir: “Ji ber polîtîkayên AKP’ê, beşeke mezin a piştgiriya xwe ji AKP’ê kişandiye. Heke hilbijartin di rewşên asayî de bê lidarxistin, dê Erdogan û Tifaqa Cumhur têkçûneke mezin bijî.”     Koordînasyonê bal kişand ser ewlehiya hilbijartinê û ev tişt parve kir: “AKP dê bi derfetên îktîdarê hewl bide vîna gel xesp bike û encamên hilbijartinê tevlihev bike. Li dijî her cureyên astengkirin û qedexeyan em ê li lijneyên hilbijartinan û kolanan xwedî li vîna gel derkevin. Em ê bi peywirdarên sindoqan, muşahid û parêzerên xwe xwedî li vîna gel derkevin û rê nedin nelirêtiyan. Ji bo têkbirina vê îktîdara karesatê, banga me ji bo gelê me ew e ku dengê xwe bidin, xwedî li vîna xwe derkeve û mil bidin milê me. Ji bo ku di 15’ê gulanê de ji destpêkeke nû re bibêjn merheba, werin em bi hev re xwedî li deng, vîn û pêşeroja xwe derkevin.”    PÊKHATEYÊN KOORDÎNASYONÊ   Partî û saziyên di koordînasyonê de cih digirin ev in: “Nûnertiya Stenbolê ya Tevgera Şoreşê, Rêxistina Stenbolê ya Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) ya Stenbolê, Halkevlerî ya Stenbolê, Rêxistina Stenbolê ya Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Rêxistina Stenbolê ya Partiya Çep, Rêxistina Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Rêxistina Stenbolê ya Tevgera Komunist a Tirkiyeyê (TKH), Rêxistina Stenbolê ya Partiya Komunist a Tirkiyeyê (TKP), Rêxistina Stenbolê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Sosyalîst a Tirkiyeyê (TSÎP) û Rêxistina Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk.”