Fadil Şenyaşar nehate berdan 2023-05-12 16:12:08   MELETÎ - Di danişîna ewil a doza komkujiya Malbata Şenyaşar ku dadgehê her du dosya kiribûn yek de, biryar hate dayîn ku girtina Fadil Şenyaşar û her sê kesên din berdewam bike.   Danişîna ewil a doza komkujiya Malbata Şenyaşar ku dadgehê dosyayên “kargehê” û “nexweşxaneyê” kiribûn yek, piştî navberê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê berdewam kir.    Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê ji bo Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz bi hinceta “gumana xurt a sûc” ji bo Celal Yildiz û Mîkaîl Şîmşek jî bi hinceta “neberhevkirina delîlan” biryara berdewamkirina girtina wan da.    Şandeya Dadgehê, danişîn taloqî 18’ê tîrmehê kir.