Cenazeyê Kirtay hat veşartin 2023-05-12 17:54:47   AMED – Abdulhalîm Kirtayê ku 51 roj bere ji girtîgehê derket û îro jiyana xwe ji dest da, hat definkirin. Abdulhalim Kirtay ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû û di 22'ê Adarê de hatibû berdan, 51 roj şûn de jiyana xwe ji dest da. Kirtay piştî ku hat berdan, ji ber nexweşiyên xwe yên giran li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihat dermankirin. Kirtay, îro li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.  Cenazeyê ji aliyê malbatê ve ji nexweşxaneyê hat wergirtin. Malbatê cenaze anî Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê . Cenaze piştî wexîbeyên olî, hat definkirin. Kesên beşdarî merasîma cenaze bûn, kulîlk danîn ser gora Kirtay. 'BAVÊ ME ŞEHÎDÊ KURDİSTANÊ YE' Zarokan  Kirtay li ser bavê xwe zêmar lewbandin û gotin: “Têkoşîna bavê me, têkoşîneke birûmet bû. Em bi bavê xwe serbilind in. Bavê me şehîdê Kurdistanê ye.” Li ser gorê dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin. ABDULHALİM KİRTAY KÎYE ? Adulhalim Kirtay di sala 1993'yan de li navçeya Farqîn a Amedê hat binçavkirin. Ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê” cezayê muebbedê lê hat birin. Kirtay di 30 salên xwe yên girtîgehê de sirgûnî girtîgehên wekî Rîze, Sêrt, Wan, Amed, Êlîh, Kirklareli, Yozgat, Dîlok û Îzmîrê hat kirin. Kirtay ku di girtîgehê de bi nexweşînên wekî prostat, şekir, tansiyona bilind û hemorroidê ket. Kirtay di Mijdara 2022’yan de 4 rojan bi awayekî kelemçekirî li Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê ya Îzmîrê hat dermankirin. Kirtay piştî 30 salan di 22'yê Adarê de dema ku nexweşiyên wî pir giran bûn, ji GirtîgehaBûrhaniye ya Balikesîrê ya Tîpa T’yê hat berdan.