Şerzan Kûrt hat bibîranîn 2023-05-12 20:08:27   MÛGLA - Li Mûglayê Şerzan Kûrt ku polîsan ew kuştibû, hat bibîranîn.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê, di 13'emîn salvegera mirina xwendekarê Zanîngeha Sitki Koçman a Mûglayê Şerzan Kûrt de ku di 12'ê Gulana 2012'an de li Mûglayê hatibû qetilkirin, li QAda Sinirsizlikê ya Mûglayê daxuyaniyek da. Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), SYKP, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Şoreşger, DÎSK û gelek rêxistinên demokratîk tevlî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de pankartên "Şerzan Kûrt nemir e, me jibîr nekiriye, em ê nedin jibîrkirin" û "Di rêça nemiriyê ya ŞErzan Kûrt de ciwan ber bi şoreşê ve" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Ey Şerzan rêya te rêya me ye" hatin bezrkirin.    Beriya daxuyaniyê deqeyek rêz hat girtin ji bo Şerzan Kûrt. Nûrûllah Yildiz, hevalê Şerzan Kûrt daxuyanî da. Yildiz pêvajoya qetilkirina Kûrt bibîr xist û got: "Kujer polîs Gultekîn Şahîn Şerzan Kûrt qetil kir."    Yildiz bal kişand ser pêvajoya darizandinê jî û got ku mixabin di vê dozê de jî polîtîkaya bêcezatiyê ketiye dewrê û dewletê peywirdarê xwe parastiye.    Yildiz di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew dozê dişopînin û got: "Em li van kuçeyan ku Şerzan lê hat qetilkirin, em dibin dengê Şerzan. Şerzan Kûrt, ji ber ku kurd bû hat qetilkirin."    Di daxuiyaniyê de peyama dê û bavên Şerzan Kûrt Necla û Omer Kûrt jî hat xwendin. Di peyamê de wiha hat diyarkirin ku dê aştî bê xaka Anatolya û Mezopotamyayê û hat gotin ku ev aştî û siberoja azadiyê dê bi têkoşîna bibiryar a we hevrêyên Şerzan Kurt pêk bê.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.