‘Îdirê biryara xwe daye” 2023-05-13 09:06:11   ÎDIR - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Mehmet Selçûk, îşaret bi lîstikên partiya desthilatê û yên muxalefetê yên din ên li Îdirê kir û got: “Gelê Îdirê biryara xwe daye û deng û vîna xwe nafiroşin pere, şekir û pasteyan. Rêzê ji bo vîna gel bigirin.”   Partiya Çepên Kesk li Îdirê amade ye ku 2 parlamenteran bişîne Meclisê. Bajarê ku reqabeta partiyên siyasî di asta herî jor de ye, bi rengê kesk hatiye xemilandin. Namzet û endamên Partiya Çepên Kesk li kîjan deriyê bixin, li kîjan gund serdana gel bikin, bi coşeke mezin û dilgermî tên pêşwazîkirin. Ji ber ku gelê Îdirê, geleke polîtîk e û rojevê xweş dişopîne, helwesta xwe ji aliyê demokrasiyê ve dide der. Jin, ciwan û xortên Îdirê ji aliyê demokrasî, aştî û azadiyê ve bi rêjeyeke gelek mezin piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk.   Her wiha Îdir ji hemû aliyan ve cihê têkçûna partiyên pergalê ye. Namzetê AKP’ê Canturk Alagoz bi heman polîtîkayên desthilatê yên 20 salan diçe tax û kolanan pere, şekir, paste, çay belav dike û dixwaze bi vê yekê dengên gel bikire. Namzetê CHP’ê Yûsûf Aslan jî diçe gund û taxên kurdan û ji wan re dibêje “Me bi Partiya Çepên Kesk re peyman çêkiriye û her mal bila dengekê bide me.” Li gelek cihan gel bertek nîşanê vê yekê dide û helwesta xwe diyar dike. Daxwaza gelê Îdirê guherandina vê pergalê ye û ji ber vê yekê jî polîtîkayên Partiya Çepên Kesk ji xwe re nêz dibînin.   Mehmet Selçûk   ‘DESTÊ ME DESTÊ AŞTIYÊ YE’   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Mehmet Selçûk rojeva hilbijartinê nirxand. Selçûk destnîşan kir ku erdnîgariya Îdirê gelek cuda ye û gelek neteweyên cuda lê  dijîn. Selçûk diyar kir ku tu pirsgirêkên gel bi hev re tune ye û wiha got: “Deriyê me kurdan çi dibe bila bibe ji her kesî re vekiriye. Destê me destê aştiyê ye. Di xebatên kolan, tax û gundan de jî tê dîtin ku wê li Îdirê Partiya Çepên Kesk wê bike 2-0."   ‘GELÊ ÎDIRÊ VÎNA XWE NAFIROŞE’   Selçûk bal kişand ser siyaseta namzetên partiyên din yên parlementeriyê û da zanîn ku namzetên din siyaseteke qirêj dimeşînin. Selçûk anî ziman ku namzetên din dikevin nava tax û kolanan û pere, şekir, çay belav dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd li Îdirê biryara xwe daye û wê 2-0 bikin. Rêzê ji bo gel bigirin. Gel ji bo pere, çay û pasteyan deng û vîna xwe nafiroşin. Ez bi taybetî jî bang li namzetê CHP’ê dikim. Diçin di nava tax û kolanan de dibêjin ku ‘Me bi Partiya Çepên Kesk re peymanek çêkiriye” û dengan dixwazin. Tu peymanên me bi tu partiyan yan jî kesan re tune ye. Rêya me rêya sêyemîn e û em ê bi vê helwestê jî li vir 2-0 bikin. Em di şahiyên xwe de jî dibînin ku gel biryara xwe daye. Gelê kurd polîtîk e.”   ‘DENGEK JÎ GELEK GIRÎNG E’   Selçûk têkildarî girîngiya hilbijartinê jî axivî. Selçûk destnîşan kir ku ev hilbijartin, hilbijartina man û nemanê ye û wiha bang li gelê Îdirê kir: “Heke Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de hêzeke xurt bidest bixe, aştiyê, demokrasiyê, hevrejiyanê û hevpariyê jî bidest dixe. Ez bang li gelê Îdirê dikim ku bila biherikin ser sindoqan û mala xwe de nerûnên. Giringiya dengekê jî pir e. Dayikên birûmet, keç û xortên me bila biçin ser sindoqan û dengê xwe biavêjin. Lê tenê bi vê yekê jî xelas nabe û divê herkes xwedî li sindoqan derbikeve.”   MA / Bazîd Evren