Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide 2023-05-13 09:20:25   BURSA - Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak diyar kir ku ji bo desthilat ji destê AKP'ê neçe bi ser ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re serî li spekulasyonan dide û tecrîd, polîtîkayeke li dijî civaka Tirkiyeyê ye.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin. Her wiha 26 meh in jî bi tu awayî xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Lê desthilata AKP-MHP'ê beriya her hilbijartinê di vî warî de cardin dest bi spekulasyonan kir.    Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Herêma 2'yemîn a Bûrsayê parêzer Cahît Kirkazak, pergala tecrîdê ya Îmraliyê û spekulasyonên desthilatê nirxandin.    DIVÊ HEVDÎTIN BI ABDULLAH OCALAN RE BÊ KIRIN   Kirkazak bal kişand ser nîqaşên ku desthilat hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re dike û got: "Birêz Ocalan, di warê çareserkirina meseleyên civaka Tirkiyeyê de kirdeyeke girîgn e. A rast rola birêz Ocalan, her tim ji bo siberoja Tirkiyeyê û jiyana bi hev re bûye hêvî. Tecrûbeya herî berbiçav jî, pêvajoya çareseriyê bû. Lewma divê hevdîtin bê kirin."    DESTHILAT SERÎ LI HER RÊYAN DIDE   Kirkazak destnîşan kir ku desthilata AKP'ê ji bo desthilat ji dest neçe serî li her rêyan dide û bibîr xist ku di heyamên girîng de, hevdîtin bi Abdullah Ocalan re çêkirine. Kirkazak wiha axivî: "Desthilata AKP'ê desthilateke pragmatîst û makvayelîst e. Ev jî ne siyasete xwedîrêgez e. Mesela di pêvajoya hilbijartinê de cardin nîqaşên wekî 'AKP hevdîtin bi birêz Ocalan re kiriye. Gelo dibe ku bi vê bi ser bikeve?' Hevdîtinên di vê pêvajoyê de ne samîmî ne. Nîqaşên di vî warî de ne samîmî ne. Ji lew re rojev hilbijartin e. Jixwe divê beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî hevdîtin çêbibin. Divê di warê meseleyên civakî de ser li nêrînên birêz Ocalan bidin. Pir eşkere ye ku ev dê tevkariyeke mezin li demokratîkbûyîna civaka Tirkiyeyê bike."    Kirkazak bilêv kir ku nîqaşên di warê hevdîtinê de jî encama bandora Abdullah Ocalan a li ser siyaseta Tirkiyeyê ye û got: "A rast ji ber ku siyaseta Tirkiyeyê bawerî bi tecrûbeya wî anî, bû roleke diyarker. Lê mixabin detshilata heyî bi awayekî bêexlaq tevdigere û carinan birêz Ocalan wekî kirdeya berberîbûnî dike rojev. Ev neheqî ye hem li civaka Tirkiyeyê hem jî li kurdan û hem jî li birêz Ocalan. Ev awayekî siyasetê ya bêexlaq e."    Kirkazak ku got "Tecrîd xirabiya herî mezin e ku li civaka Tirkiyeyê tê kirin" diyar kir ku Abdullah Ocalan dikare tevkariyeke mezin li aştiya civakî bike.    GIRÎNGIYA HILBIJARTINÊN 14'Ê GULANÊ   Kirkazak destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên desthilatê hilbijartinên 14'ê Gulanê girîng in û got: "Ji lew re gava ku ew di hilbijartinê de têk bişikên, dê hesabê tiştên anîne serê civaka tirkiyeyê, hesabê rantxur, dizî, nelirêtî, talankirina xwezayê û girtiyên nexweş bidin."    MA / Omer Îbrahîmoglû