Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 2023-05-13 11:12:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ragihand ku di operasyonên ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê tên birêvebirin de leşkerek hatiye kuştin.    Êrişên dewleta tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin tevî biryara bêçalaktiyê jî berdewam dikin. Li dijî herêmê ji aliyê balafirên şer ve her roj bi dehan êriş tên kirin. Hate ragihandin ku di dema êrişan de cih bi cih pevçûnên bi tund diqewimin.    Wezareta Parastinê ya têkildarî şerê li herêmê daxuyanî da, ragihand ku di 12’ê gulanê de leşkerê bi navê Muhammed Kuçuk hatiye kuştin.