Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn 2023-05-13 11:40:49   STENBOL - Cihên ku wê sibê Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk rayên xwe bikar bînin diyar bûn.    Sibê dê Hilbijartina Serokkomariyê û Heyama 28’emîn a Parlamenteriyê bê kirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk sibê li herêmên hilbijartinê piştî dengên xwe bikar bînin dê derbasî Enqereyê bibin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan dê li Lîseya Cumhuriyetê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li dibistanek navçeya Çankaya Enqereyê, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Dibistana Sereteyî ya Gazî ya navçeya Sûltangaziya Stenbolê û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li Lîseya Suphî Koyûncû ya li Îzmîrê sibê dengên xwe bikar bînin.