Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin 2023-05-13 11:54:44   ÊLIH - Li Êlihê du koman bi sîlehan li hev da û kesek hat kuştin.    Duh bi şev li ser Cadeya Diyarbekirê ya Amedê ji ber sedemek hê nayê zanîn di navbera du koman de şerê çekdarî qewimî. Di şerê çekdarî de kesê bi navê Ozgur Tunçer (31) hat kuştin. Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û Tunçer rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Lê tevî hemû mudaxileyan jî Tunçer nehatin rizgarkirin. Têkildarî bûyerê lêpirsİ^n hat destpêkirin û hat zanîn ku kesên Tunçer kuştine nehatine girtin.